Li Kolombiyayê ji ber barana zêde 61 kesan jiyana xwe ji dest da
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bakûrê Kolombiyayê ji ber barana zêde lehî rabû û di encama vê yêkê de 61 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bakurê Kolombiyayê ji ber barana zêde lehî rabû û 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kir ku ji ber barana zêd Çemê Lîborîana rabû û li hun gundên rojavayê peytextê eyaleta Antîoquîa Medellîn lehî pêk hat. Hate ragihandin ku di encama lehiya serê sibê pêk hatî de 61 kesan jiyana xwe ji dest da û 37 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku ji herêmê re ekîbên lêgerînê hatine şandin û gelek kes di bin malên hilweyînda de man û gumana hejmara miriyan zêde bide tê jiyîn.
(bd)