DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Colemêrgê bi def û zirneyê çalakiyên 'Xwedî Derkeve'

 
19 Gulan
09:14 2015

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê endamên CODER’ê di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” de paqijiya hawirdorê kirin û bi beşdariya sedan xwendekaran konsera li darxistin û banga xwedîderketina HDP’ê kirin.

Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê (CODER) di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” ya ku bi dirûşma “Li ax, av, enerjî, xweza, ziman û çanda xwe xwedî derkeve” hat destpêkirin de li bajêr paqijiya hawirdorê kirin û konserekê ji bo piştgiriya HDP’ê li dar xistin. Bi sedan xwendekar li ber avahiya zanîngehê kom bûn û bi alên HDP û bi dirûşmên “Bijî serok Apo” li ber def û zirneyê heya ber avahiya şaredariyê meşiyan. Xwendekaran li wir daxuyaniyek da û diyar kirin ku li hember polîtîkayên pişaftin, înkar û îmhayê ew ê pêngava “Xwedî Derkeve” li her qadên jiyanê belav bikin.

Piştî daxuyaniyê bi sedan xwendekar ber bi avahiya Zanîngeha Bilind a Pîşeyî ve çûn. Xwendekaran di meşê de ji bo baldariya paqijiya xwezayê jî çopên derdorê paqij kirin. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran.

Xwendekaran qada konserê bi alên HDP’ê xemilandin û li ser girekî jî HDP’ê nivîsandin. Ligel sedan xwendekaran, Namzeda HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û endamên DBP û HDP’ê beşdarî konserê bûn. Piştî rêzgirtinê Namzeda HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî û êrîşa li hemberî avahiyên HDP’ê yên li Edene û Mêrsînê pêk hatin şermezar kir. Irmak diyar kir ku ji ber HDP ji tevgera ciwanan hêzeke mezin digire û AKP ji vê yekê ditirse.

Irmak piştî axaftina xwe li ber stranên hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran bi xwendekaran re govend gerand. Konser bi coşeke mezin û girtina govendê bi dawî bû.

(gka-my/bd)




Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN