Ciwan dê bi DEM-GENC'ê rihê DEV-GENC'ê vejiyînin
AMED (DÎHA) - DEM-GENÇ ku hêviya xwe ji ruhê tevgera ciwanan a navdar DEV-GENC'ê digire, amadekariyan dike ku bibe tevgera sêwan a ciwanên Tirkiye û Kurdistanê.
Li hemberî hewildan û polîtîkayên bişavtinê yên li Kurdistanê, ciwanan têkoşîna xwe xurt dikin. Ciwanên di rojên pêş de kongreyê li dar dixin, dê Federasyona Ciwanan a Demokratîk (DEM-GENC) aşkera bikin. Armanca ciwanan ew e ku hemû derdorên cuda ên ciwanan di bin heman sêwanê de berhev bikin. Meclisên ciwanan ên DBP, DTK, navendên çand û henerê yên ciwanan, Federasyona Komeleyên Ciwanan a Demokratîk (DODEF) û gele tevgerên din ên ciwanan ku di bin baneya DEM-GENC'ê di cihdigirin, dê tevahiya ciwanan bigihînin hev.
Hemleya yekemîn 'Xwedî Derkeve'
DEM-GENC ku bi komîteyên xebatê yên siyasî, civakî, çapemenî, çand û huner dê li dijî polîtîkayên li ser ciwanan têkoşînê bimeşîne, yekemîn çalakiya xwe di 4'ê nîsanê de bi navê, "Xwedî Derkeve" da destpêkirin. Di çarçoveya hemleyê de li Kurdistanê li dijî bişaftin û têkbirina xweza gelek çalakî hatin lidarxistin. DEM-GENÇ ku li ser ciwanên li zanîngehan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kir, di demek kin de li gelek herêman belav bû. DEM-GENC ku ji xwe re rihê tevgera ciwanan a 68'an mînak digire, bi şêwazê rêxistinê jî heman modelê dimeşîne. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger (DEV-GENÇ) ku demek kin de gihiştibû asta pêşengtî kirina ciwanên Tirkiyeyê, mînakek din a ji bo DEM-GENÇ'ê ye. Demgenç di heman demê de avakirina neteweya demokratîk a li Tirkiye û Kurdistanê jî wekî hedef daniye pêşiya xwe.
Ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dê bi DEM-GENC'ê re bikevin nav tevgerê
Aktîvîstê DEM-GENC'ê Ahmet Baruk balkişand ser hedef û xebatên tevgerê û wiha got: "DEM-GENÇ wekî tevgerek li dijî polîtîkayên pergalê yên li Tirkiye û Kurdistanê tevahiya ciwanan bigihîne hev, hate avakirin. Tevgera me dê bibe sêwana tevahiya ciwanên Tirkiye û Kurdistanê. Tevahiya ciwanan dê bi tevgera me re bikevin nav hewildanê. Gelek rêxistinên bi îdeolojî û siyasetên cihê hatin avakirin hene. Pergal yekpareyî li dijî ciwanan tev digere û ciwanan jî divê bibin yek. Divê li hemberî êrîşan di bin sêwaneyekê de biginin hev. Bi vî awayî dê tîkoşîn xurttir bê dayîn û serkeftin bi dest bikeve."
(eb)