DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karkerên di berxwedanê de ne: CHP di gotinê de li gel karkeran e lê dema dor tê ser kar û îcratê...

 
17 Gulan
09:08 2015

STENBOL (DÎHA) - Karkerên taşeronê ku di Şaredariya Sariyer a CHP'î de xebatan dimeşînin û di îhaleya ku di navbera şaredarî û KÎRÎŞ'ê de pêk hatin de ew jî daxwaza mafên xwe yên civakî û aborî kirin ji 15'ê Gulanê de dest bi berxwedanê kirin. Karker li gel êrîşên zabitayan dest ji berxwedana xwe bernadin. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dema ku danezana xwe aşkera kiribû di danezanê de diyar kiribû ku dê "Pergalek ku xebat bi awayekî demokrasî û wekhev be" pêk bînin. Kiliçdaroglu ji niha ve soza ku dabû karkeran ji bîr kir.

Karkerên taşeronê ku di Şaredariya Sariyer a CHP'ê de xebatan dimeşînin û di îhaleya ku di navbera şaredarî û KÎRÎŞ'ê de pêk hatin de ew jî daxwaza mafên xwe yên civakî û aborî kirin ji 15'ê Gulanê de dest bi berxwedanê kirin. Karker li gel êrîşên zabitayan dest ji berxwedana xwe bernadin. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dema ku danezana xwe aşkera kiribû di danezanê de diyar kiribû ku dê "Pergalek ku xebat bi awayekî demokrasî û wekhev be" pêk bînin. Kiliçdaroglu ji niha ve soza ku dabû karkeran ji bîr kir.

'Qaşo sosyalîst e, lê dema kar û îcraetê...'

Karkerê bi navê Kazim Erdal ku weke taşeron 5 sal in di bin baneyê şaredariya Sariyer a CHP'ê de dixebite û niha jî di berxwedanê de ye de zanîn ku heta ji maşê wan ji sedî 15 zam nekin, 750 TL alîkarî nedin wan, di cejnên Remezanê û Qurbanê de alîkariya xureka nedin wa û di 8'ê Adaroê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê jinên karker bi destûr nebin dê dest ji berxwedana xwe bernedin û wiha got: "Ez feraseta CHP'ê rexne dikim. Qaşo partiyek sosyalîstin û dibêjin em li gel kedkaran in. Lê dema dor tê ser kar û îcraetê tu tiştekî wan me nedît. Kemal Kiliçdaroglu di danezana xwe de diyar kiribû ku dema ew werin ser îktiarê dê hemû mafên karkeran bidin, lê soza ku da ji naha ve pêk nayne."


CHP, ji rewşa karkeran fêm nake

Karkerê bi navê Onde Akbaş jî anî ziman ku ew gelek caran ji bo mafên xwe li ber vê şaredariyê çalakî li dar xistine û wiha got: "Me wê demê ji bo daxwazên xwe yên xwarin, çûyîn û hatinê çalakî li dar xistibûn. Me bi berxwedanê daxwazên xwe bi dest xist. Heta niha gelek sozan dan me lê tu sozên xwe bi cih neanî û me xapandin. Dê em ê bi hevalên xwe re heta dawiyê dest ji berxwedana xwe bernedin û heta mafên xwe bi dest bixin dê têkoşîna me berdewam bikre. Em ne ji patronan ne jî Şaredariyan natirsin. Kiliçdaroglu her tim dibêje 'Em ê taşerontiyê rakin, em ê ji karkeran re mehê 2 hezar TL meaş bidin' Ez li vir dibêjim tu ji niha de ji karkeran re 2 sed TL pere nadî tu yê çawa li gel karkeran cihê xwe bigirî. Ji rewşa karkeran fêm nakin. Em weke taşeron dixebitin. Ji rewşa karkeran fêm nakin."


Dogan: Ji Kiliçdaroglu ne Serokwezîr dertê ne jî Serokomar

Karkerê bi navê Zulfîkar Dogan ku di berxwedanê de ye da zanîn ku ew salek û nîv e di park û baxçeyan de dixebite û wiha got: "Ew 6-7 meh berê jî çalakiyek pêk anîne û ev çalakiya wan bi serkeftinê bi encam bûye. Her çiqas Kiliçdaroglu biaxive û siyasetê bike jî dîsa jî vala ye. Bila Kiliçdaroglu destpêkê li Şaredariyên xwe mêze bike û piştre siyasetê bike."

(go/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN