DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Em dê bi rihê DEM-GENÇ'ê bendan hilweşînin'

 
16 Gulan
11:13 2015

AMED (DÎHA) - Endamên DEM-GENÇ'ê yên Amedê bi dirûşmeya "Em dê rihê DEM-GEÇ'ê bendan hilweşînin" dê li Qada Batikentê konserê li dar bixe. Nûnerê DEM-GENÇ'ê Serdar Dûndar diyar kir ku hilbijartina 7'ê hezîranê nêzik dibe û ji ber wê yêkê pirsgirêkan derdixin û dixwazin provokasyonan pêk bînin.

Endamên DEM-GENÇ'ê yên Amedê bi dirûşma "Emê bi rihê DEM-GEÇ'ê bendan hilweşînin" xwestin li Stadyuma Atatürkê ya Amedê konserekê li dar bixin lê Mîdiriyeta Ciwanan a Sporê ya Bajar bi hinceta lîstika Diyarbakirsporê heye daxwaza ciwanan red kir. Endamên DEM-GENÇ'ê jî konsera xwe dê li Qada Batikentê ya navçeya Rezan a Amedê li dar bixe.

Nûnerê DEM-GENÇ'ê Serdar Dûndar diyar kir ku ji bo wan cih ne pirsgirêke û wiha got: "Di 90'an de pirozbahiyên Newrozê dihatin qexedekirin. Gelê me disa Newrozên xwe bi rihekî xurt pîroz dikirin. Em jî dê konsera xwe li Qada Batikentê li dar bixin. Hilbijartina 7'ê hezîranê nêzik bû. Armanca wan ew e ku provokasyonê derbixin. Lê em neyin van provakasyona."

Dûndar anî ziman ku li Qada Batikentê dê posteran şehîdên Kobanê û Şengal daliqinîn û wiha pê da çû: "Em dê bi postrên şehîdên xwe û alên HDP'ê qada xwe bixemilînin. Em dixwazin hemû kes tevlî konserê bibe û xwedî lê derbikeve. Em ciwanê dê bi rihê DEM-GENC'ê bendan hilweşînin.

(rd-db/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN