DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Kedkarên tenduristiyê hikûmeta AKP'ê hişyar kirin

 
15 Gulan
15:30 2015

AMED (DÎHA) - Kedkarên tenduristiyê çalakiya ku 5 roj berê dabûn destpêkirin bi meşekê bi dawî kirin. Serokê Odaya Bijîşkan yê Amedê Cengîz Gunay diyar kir ku eger ev mobbînga li hemberî kedkarên tenduristiyê berdawam bikin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê, Odeya Dermanfiroşan, TMMOB, Genel Îş û Şaxa TTB'ê ya Amedê li dijî mobbîng, çewisandin, sirgun û pêkanînên kêfî yên li ser kedkaran tê meşandin çalakî li dar xist. Çalakiya ku ev 5 roj in berdawam kir îro bi daxuyanî û meşekê dawî li çalakiya xwe anî. Çalakî li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hat li darxistin. Çalakvan ji ber newxweşxanê heya ber avahiya Sekreterê Newxweşxaneyên Cemaweriyê berdewam kir. Çalakvanan bi def û zirnê govend gerandin û dirûşmên "Bijî berxwedana karkeran", "Bêdeng nebe, heta tu bêdeng bî wê dor were te", "Bijî têkoşîna me ya rêxistinî" û "Ji mobbîngê re na" berzkirin. Pankarta "Ji bo mafê kar ê bi rûmet ji mobbîngê re na" hat vekirin.

Serokê Odaya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay axivî û diyar kir ku eger ev mobbînga li hemberî kedkarên tenduristiyê berdawam bikin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabey jî diyar kir ku sekreterê nexweşxaneyan di hevdîtinê de daxwazên wan pejirandiye. Atabey destnîşan kir ku ew ê şopdarê vê sozê bin û got eger daxwazên wan neyên pejirandin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

(byt-na/wk)






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN