DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Pêngava 'Xwedî derkeve' li Uşakê jî hat destpêkirin

 
14 Gulan
09:22 2015

UŞAK (DÎHA) - Meclîsên Ciwanan ên HDP, DBP'ê û DEM-GENÇ'ê bi şîara "Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, çand û pêşeroja xwe derkeve" pêngava "Xwedî derkeve" dabû destpêkirin li Uşakê jî starta wê hat dayîn. Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê diyar kirin ku heta ku en pêngav bigihêje armanca xwe û li hemberî polîtîkayên koldariyê ew ê bi ruhê serhildanê li ber xwe bidin.

Aktîvîstên Meclîsên HDP, DBP'ê û Platforma Demokratîk a Ciwanan (DEM-GENÇ) ên Uşakê starta pêngava "Xwedî derkeve" a bi armanca "Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, çand û pêşeroja xwe derkeve"dabûn destpêkirin da. Xwendekara Zanîngeha Uşakê û aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Cansu Gelbal der barê pêngavê de agahî da. Gelbal diyar kir ku ev pêngav li Kurdistanê dest pê kir û li bajarên Tirkiyeyê jî tê destpêkirin. Gelbal anî ziman ku aktîvîstên DEM-GENÇ'ê cara ewilî di 1'ê gulanê de li Uşakê daketin qadan û wiha got: "Di çarçoveya vê pêngavê de me jî li Uşakê projeya xwedî li ziman û çanda Uşakê derkeve da destpêkirin."

'Em ji bo hemû çandam projeyan bi pêş dixin'

Gelbal da zanîn ku pergal jiyaneke pûç û vala pêşkêşî ciwanan dike û wiha pê de çû: "Bi taybetî li zanîngehan jiyana pûç li ser xwendekaran ferz dikin. Ji bo ciwan vegerin ser cewhera xwe me dest bi xebate kir. Em aktîvîteyên komî pêk tînin. Em li gorî çandên hemû herêman projeyan bi pêş dixin." Gelbal bilêv kir ku li pêş wan hilbijartinek dîrokî heye û wiha domand: "Hevalên me di çarçoveya pêngavê de xebatên hilbijartinê dimeşînin. Em bi şîara 'Xwedî li dengê xwe û pêşeroja xwe derkeve' hemû ciwanan tevlî xebatê dikin."

'Li hemberî polîtîkayên koledariyê bi ruhê serhildanê têdikoşin'

Aktîvîstê DEM-GENÇ'ê Bariş Turhan jî bi bîr xist ku beriya pêngava "Xwedî derkeve" pêngava "Êdî bes e" hatibû destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Ev pêngav ji Kurdistanê dest pê kir û hatiye heta Egeyê. Di serî de hemû ciwan û jinên ciwan her kes li hemberî polîtîkayên koledariyê û qirkirina li ser mirovan tê meşandin bi ruhê serhildanê em ê têbikoşin."

Li Uşakê kampanyaya 'Xwedî li dengê xwe derkeve' dan destpêkirin

Turhan da zanîn ku di çarçoveya pêngavê de kampanyaya "Xwedî li dengê xwe derkeve" dane destpêkirin û wiha axivî: "Di çarçoveya pêngavê de em ê li Uşakê li hemberî çêkirina santralên nukleerî, kanên madenê û wêrankirina xwezayê çalakiyên cur bi cur li dar bixin." Turhan anî ziman ku hewl didin xwendekarên kurd ji rastiya wan dûr bixînin û got ku ew li hemberî vê polîtîkayê têdikoşin û wiha berdewam kir: "Pergal li ser xwendekaran jiyana pûç ferz dike. Li hemberî vê yekê em xwendekaran tînin Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Uşakê û em dihêlin kuxwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Di vî alî de xebatên me hene. Komeleya aktîvîteyên wekî geş û seyran, temaşekirina fîlm-belgefîlman, xwendina pirtûkan, kişik, kursên kurdî û hwd. li dar dixe." Turhan derbirî ku destpêkirina pêngavê li bajarêb Tirkiyeyê gelekî girîng e û bang li her kesî kir ku xwedî li pêngava "Xwedî derkeve" derkevin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN