Endamên BES'ê dest bi grevê kirin
RIHA (DÎHA) - Endamên Şaxa BES'ê ya Rihayê ji bo balê bikşînin ser mafên kedkarên taşeron û salvegera komkujiya Somayê bi bîr bixin rojekê ketin grevê.
Şaxa BES'ê ya Rihayê ji bo balê bikşînin ser mafên kedkarên taşeron û salvegera komkujiya Somayê bi bîr bixin dest bi grevê kirin. Bi dehan endamên BES'ê li ber avahiya Maliyeya Rihayê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ji bo kesên di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz girtin. Li ser navê sendîqayê Hevseroka Şaxa BURO'yê ya Rihayê Leyla Sezen axivî û got ku li hemberî cinayetên kar, pergala taşeron û ji bo li temînata karên xwe xwedî derkevin dikevin grevê.
'Berpirsyarê Somayê AKP ye'
Sezen bal kişan ser komkujiya Somayê ya par di 13'ê gulanê de qewimî bû û wiha axivî: "Ev roja komkujiya li Somayê pêk hat. Di dîroka Tirkiyeyê de roja reş de cihê xwe girt û ev rûreşiya wan derxist holê. Em her tim li cem karker û kedkaran e. Ji ber vê yekê sedema greva me yek jê komkujiya Somayê ye." Sezen diyar kir ku ji ber ku her hilbijartin nêz dibe hikûmeta AKP'ê serî lîstikên qirêj dide û got ku sedema ev tevlîheviyê hemû AKP ye.
'Qanûna 4688'an bila were demokratîkirin'
Sezen destnîşan kir ku maf û xwestekên kedkaran li raya giştî de cîh nagire û wiha pê de çû: "Gelek caran bi mobbînga rêveberan re rû bi rû dimînin, bi seatan tên xebitandin û ji xebatkaran ji du kesan yek jê nexweş tên xebitandin. Em dixwazin qanûna 4688'an were demokratîkirin."
Sezen di dawiya axaftina xw de got ku heta mafên xwe bi dest bixin ew ê ji qada dernekevin.
(msd/wk)