Hemşîre: Em ne kole ne, em hemşîre ne
ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên SES'ê li Cizîrê, Amed, Edene, Enqere, Stenbolê di çerçoveya roja hemşîreyan de daxuyanî dan çapemeniyê. Hemşîreyan bang li hikûmetê kirin ku şert û mercên xebatê baş bikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber roja hemşîreyan bi pêşengiya SES'ê li ber avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de saziyên weke SES, DÎSK, Egîtîm Sen, TTB û gelek xebatkarên nexweşxaneyê amade bûn. Girseya li qadê pankarta SES'ê vekirin û dowîzên "Desthilatdarî ji tenduristiyê re nebaş e", "Ji xebata heta mirinê re edî bes e" û "Cihaz nîne, hemşîr nîne, xebatkar nîne lê bila xizmet hebe" nivîsî rakirin.
Li ser navê kedkarên tenduristiyê Celîle Vural axivi û da zanîn ku hemşîre li nexweşxaneyan barek giran hildigirin lê di rêvebirî û biryar standina nexweşxaneyan de ramanên wan li ber çav nayên girtin. Vural diyar kir ku ew dixwazin di meqama biryar standinê de jî cih bigirin û qîmetê bidin wan. Vural destnîşan kir ku divê Wezareta Karê Tenduristiyê hejmara hemşireyan zêde bike û wiha axivi: "Di nexweşxaneyan de pêwistî bi hemşireyan heye. Wezareta Karê Tenduristiyê îsal tene 5 hezar hemşîre wergirtine. Ev hejmar barê nexweşxaneyan sivik nake. Di dibistanên hemşireyan de 80 hezar xwandekar hene. Divê behtir hemşîr werin girtin."
Vural bal kişand ser daxwazên xwe û û wiha pê de çû: "Divê pergala performansê were rakirin, şert û mercên me yên ewlehiyê werin zêde kirin. Seatên xebatên me were kêmkirin û di nexweşxaneyan de krêş werin vekirin. Serwîsa bêpere divê were amadekirin û seatên xebatê bila hefteyê bibe 35 seat. "
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên "Tenduristî mafê me ye nayê firotin" û "Ne ji şer re, ji tenduristiyê re pere xerc bike" berz kirin û belav bûn.
Her wiha Amed, Edene, Enqere, Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hat gotin ku ew ne kole ne ew hemşîre ne.
(cno/wk)