DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karkerên demsalî: Selahattîn Demîrtaş dê me baş fêm bike

 
12 Gulan
09:34 2015

AZÎZ ORUÇ

ENQERE (DÎHA) – Karkerên demsalî yên ku ji bajarên Kurdistanê tên Eskîşehîrê di zeviyên silkê de rojê 45-50 TL’î 14 saetan dixebitin û di van şertan de mecbûr dimînin bijîn. Karkerê demsalî yê bi navê Mehmet Emîn Dagbaşi ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de HDP be, CHP be an jî AKP be kî dibe îxtidar em dixwazin pirsgirêkên karkerên demsalî çareser bikin. Selahattîn Demîrtaş mirovê herêmê ye ew me baş fêm bike.”

Li Tirkiyeyê karkerên demsalî mecbûr dimînin û di bin şertên giran de dijîn. Li Tirkiyeyê karkerên demsalî li Deryaya Reş findiq û çayê, li Deryaya Spî pemboyê, li Anatolyaya Navîn jî silk û fistiqan kom dikin. Yek ji bajarên Anatolyaya Navîn ê ku karkerên demsalî heye Eskîşehîr e. Li vî bajarî karkerên demsalî li konên ku bê hîjyen an jî odeyên yekçavî de 8-10 kes bi hevre dimînin. Zarokên ku li konan dimînin zivistanê ji ber sermayê havînê jî ji ber germê bi gelek nexweşiyan dikevin.

Rojê 14 saetan dixebitin

Welatiyên ku ji Êlih, Diyarbakir, Riha, Şirnex û Sûriyeyê hatin gundê Harmandali ya navçeya Muradiyeyê ya Eskîşehîrê ji ber ku derfetên kar tuneye wekî karkerên demsalî dixebitin. Karkerên demsalî li zeviyên silkê rojê 14 seat dixebitin û rojê 45-50 TL pere digirin.

‘Siyasetmedar tên dibêjin dê pirsgirêkan çareser bikin lê çareser nekerin’

Ji karkerên demsalî Mehmet Emîn Dagbaşi yê kul i zeviyên silê dixebite û pir caran havînê jî zivistanê jî di kon de dimîne got ew mecbûrê vêyekê bike. Dagbaşi anî ziman ku li Eskîşehîrê niha hewa germ bûye û di konan de gelek zehmetiyan dikişînin lê bi salan ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

Dagbaşi wiha axivî: “Hûn şert û mercên ku em di tê de ne dibînin. Her carê siyasetmedar tên vir û dibêjin em ê pirsgirêkan çareser bikin. Lê heta niha kesekî çareser nekir. Di hilbijartinan de HDP be, CHP be an jî AKP be kî tê serî bila bê em dixwazin pirsgirêkên karkerên demsalî çareser bikin. Selahattîn Demîrtaş mirovê herêmê ye dê me baştir fêm bike.” Dagbaşi got ku ew dixwazir di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê lê ji ber ku dixebitin nikarin dengên xwe bikar bînin.

‘Heke av nebe em nikarin tiştekî bikin’

Dagbaşî da zanîn ku bi mehan derveyî welatê xwe dimînin û dixebitin ji ber vê yekê jî zarokên wan nikarin biçin dibistanê û bixwînin.

Jinên ku li konan barê hemû jiyanê hildigirin jî bi fedîyokî nêzîkî kamereyan dibin. Jinên li konan piraniya wan li zeviyan dixebitin piştre jî tên harê konê dikin, xwarinê çêdikin, zarokan dinêrin û ji 2 kîlometre dûrî kon diçin avê tînin. Jinan diyar kirin ku ew dixwazin ava paqij nîzîkî wan be û dema ku av nebe nikarin tiştekî bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN