DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Zebzefiroş li ber qeyranê ne

 
11 Gulan
09:28 2015

MEHMET SIDDIK DAMAR

RIHA (DÎHA)
- Li Rihayê zebzefiroş ji ber buhabûna zebze û fêkiyan hatine ber qeyranê. Zebzefiroşê bi navê Adil Bakiş (54) da zanîn ku ji ber ku zebze buhanbûye nayên firotin û got ku berê gel bi kîloyan dikirîn, niha jî bi graman distînin.

Li Rihayê zebzefiroş ji ber buhabûna zebze û fêkiyan hatine ber qeyranê. Zebzefiroşan ji ber buhabûnê bi bertek in. Zebze û fêkiyên li dezgehan mûz û petêx bi 6 TL, încas û çîlek 5 TL. freng 4 TL, kartol, sêv û îsot 3 TL hwd. bi cih digrin. Ji ber ku zêde nayên firotin gelek caran jî fêkî û zebzeyên wan xerab dibe. Zebzefiroşê bi navê Adil Bakiş (54) da zanîn ku ji ber ku zebze buhane nayên firotin û hatine ber qeyranê. Bakiş diyar kir ku berê gel bi kîloyan dikirîn û niha jî bi graman distînin û wiha axivî: "Ev qeyrana aborî bêguman ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê derketiye holê. Heke hikûmet ji dêlva gel, bêrika xwe nefikirya em jî nediketin vê rewşê. Li pêşiya me qeyranek mezin xuya dike. Qaseya mûzan bûye sed TL. Gel dê çawa mûz bikire?"

'Pergala dewletê û hikûmetê ne tu pergal e'

Zebzefiroşê bi navê Hecî Korkmaz (45) jî bilêv kir ku bi destên dewletê fêkî û zebze buha dibe û ji ber sûcê dewletê ew tu karî nakin. Korkmaz destnîşan kir ku bi zanebûn zebze li ser erdan dihêlin û wiha got: "Dewlet mexsûs wisa dike. Zebze û fêkî çiqas buha be ew jî ewqas dixwin."

Welatiyê bi navê Mehmet Îke jî got ku ji ber ku buhaye ew nikare tiştekî bikirin û wiha domand: "Ez bi xwe cotkar im. Va ye tiştên miin çandiye li ser dezgehê difroşim. Lê belê bazirgan bi buhayeke pir kêm ji me distînin û dema dibin difroşin halê jî 3-4 kat difroşin. Kîloya firengiya em bi pêncî qirûşî didin li vir bi 4 TL em dikirin. Ev hemû feraseta dewletê ye. Ger pergala dewletê û hikûmetê bi rêk û pêk bûya em niha ne di vê rewşê de bûn."

'Şaredariya bajarê mezin guh nadi me'

Sebzefiroş Mustafa Bakiş jî got ku ev cihê zebze lê difroşin ji Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê kirine û wiha axivî: "Mixabin em li vir di nav konên çiriyayî û bê derfetiya debara xwe dikin. Gelek caran jî fêkiyên me tên dizîn. Dema roj didin fêkiyan zû xerab dibin. Me gelek caran ji bo çêkirina kaniyê bi daxwaznameyê serî li şaredariyê da lê guh nedan me. Ji ber ku em fêkî û zebzeyên xwe av nadin gelek jê xerab dibin. Zebzefiroşê bi navê Adem Kuş (42) da zanîn ku demasala zivistanê ji ber baranê û di demsala havînê de jî ji ber germê sebze û fêkiyên wan xerab dibin û ew dikevin xisarê. Kuş anî ziman ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Guvenç li wan nanere û got ku berê dengê xwe dida AKP'ê ji niha de pêve ew ê dengê xwe bide HDP'ê.

(msd/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN