DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Zanîngeha Dîcleyê dest dani ser diravdaniya zêdehî hezar karkeran!

 
8 Gulan
13:20 2015

AMED (DÎHA) - Li Zanîngeha Dîcley diravdaniya zêdehî hezar karkerên bi taşeronî dixebitin ligel doza qezenc kirin 6 mehin pereyê wan nayê dayîn.

Şaxa Genel Îş'ê ya DÎSK'ê ya Amedê têkildarî doza zêdehî hezaran karkerên li Zanîngeha Dîcleyê weke taşeron dixebitin a bi hinceta "ferqa ucretê" bigirin vekirin û ligel encama ji bo karkeran derketî 6 mehin pereyê karkeran nadinê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê 1'emîn Şaxa Genel Îş'ê yê Amedê Mehmet Salîh Dogrul diyar kir ku mafên karkeran hatine gaspkirin û wiha got: "Karker bi riya fîrmayên taşeron tên xebitandin herm li dijî zagonan tên xebitandin û hem jî ligel biryara dadê pereyên wan nayên dayîn."

Parêzerê dozê Erdem Gencay jî diyar kir ku ji bîlî karkerên paqijiyê yên Zanîngeha Dîcleyê zêdehî hezar karker li dijî madeya 2'yemîn a Zagona Kar tên xebitandin. Gencay anî ziman ku di hevdîtinên bi rektoriyê re kirin li şuna dê çawa pereyê karkeran bidin na çawa nedin nîqaş meşandin û wiha got: "Tirsa rektoriyê heke pereyê karkeran bidê nikare êdî yên din nede. Rektoriyê ji me re got, 'heke em vî pereyê bidin em dê kepenkan bigirin' Saziyekî cemaweriyê ewqas sosret diaxive."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN