DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Wanê şahiya 'Xwedî derkeve'

 
8 Gulan
11:39 2015

WAN (DÎHA) - Li Artemêtanê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan ên HDP, DBP'ê û aktîvîstên DEM-GENÇ'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve' de meşeya meşaleyî pêk anîn û şahî li dar xist.

Li taxa Suphanê ya Artemêtanê ya Wanê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan ên HDP, DBP'ê û aktîvîstên DEM-GENÇ'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de meşa bi meşaleyî li dar xist. Ciwanên ku li ber Ocaxa Tenduristiyê kom bûn heta qada ku şahî lê were lidarxistin bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, hevserokên HDP, DBP'êû gelek welatî amade bûn.

Qada şahiyê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, HDP'ê hat xemilandin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne" berz kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî axaftinan heta derengiya şevê li ber stranan govend gerandin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN