‘AKP henekê xwe bi kedkaran dike’
AMED (DÎHA) - Şaxa BES’ê ya Amedê ji bo balê bikşînin ser cînayetên kar, pergala taşerontiyê û binpêkirina mafên karkeran daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku ew ê di 13’ yê gulanê de têkevin greva birçîbûnê.
Şaxa Sendîqaya Buroya Kedkaran (BES) a Amedê ji bo balê bikşînin ser cînayetên kar, pergala taşerontiyê û binpêkirina mafên karkeran daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li avahiya BES'ê hat dayîn de endamên sendîqayê tevlî bûn. Hevserokê Şaxa BES’ê ya Amedê Mehmet Karaaslan daxuyanî xwend. Karaaslan diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re partiyan danezanên xwe aşkera kirin û di danezana partiya desthilatdar de polîtîkayên dijminiya kedkaran dikin hene. Karaaslan destnîşan kir ku xalên di danezana AKP’ê de yên “li gorî standartên navnetewî jiyanek bi ewlehî û baş” dide nişandan ku em li welatek din dijîn û wiha got: “Eger em li heman welat dijîn ev 12 sal in kî vî welatî bi rê ve dibe. AKP henekê xwe bi kedkaran dike.”
Karaaslan daxuyand ku ew ji bo daxwazên xwe di 13’ yê gulanê de têkevin greva birçîbûnê. Karaaslan daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
*Peymanên firotinê yên di 2013’an de ku çavkaniyên wihadahiyên me ne bên dayîn û buhayê jiyanek mirovahî bên dayîn.
*Çavkaniyên me yên di 2011’an de hatine desteserkirin bila paşde werin dayîn.
*Heqê keda me bên dayîn.
*Dawî li cudakariya navbera kadroyan bînin, ezmûnên girtina bi wekhezî bê kirin û ezmûnên devokî bên rakirin.
*Di cihên kar de mobbîng neyê karanîn.
*Hemû mafên parastina karkeran bên dayîn û ewlehî bê girtin.
*Mafên grevan neyên binpêkirin.
*Di bin navê rotasyonê de li hemberî kedkaran sirgun, cezakirin û lêpirsin tê meşandin dawî li vê pêkanînê bînin.
*Taşeronî bê rakirin û mafê kedkaran bên misogerkirin.
*Di cihên kar de zayendperestî neyê kirin û pêşî li tundî, tacîz û mobbînga li dijî jinan bê girtin.
(byt/wk)