DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Cizîrê ciwan di şahiyekê hatin cem hev

 
6 Gulan
09:21 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê endamên DEM-GENÇ'ê di çerçoveya pêngava 'Xwedî derkeve' de şahiyek li dar xist.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên DEM-GENÇ'ê di çerçoveya pêngava 'Xwedî derkeve' de li taxa Surê şahiyek li dar xist. Qada şahî lê hatiye lidarxistin bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Alî Çîçek û alên HDP'ê hat xemilandin. Her wiha pankarta bi kurdî û tirkî "Li dengê xwedî derkeve" li diwarên avahiyên li derdora qadê hatin daliqandin. Di şahiyê de namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, hevserokên HDP'ê û DBP'ê û gelek welatî amade bûn.

Ciwanan piştî ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane deqeyekê rêz girtin sînevîzyona hatibû amadekirin temaşe kirin. Piştî sînevizyona der barê DEM-GENÇ'ê de hat amadekirin dawî bû namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu axiftinek kurt kir. Encu hemû beşdar silav kir û diyar kir ku ew hêza xwe ji ciwanên rêxistinbûyî digirin. Encu destnîşan kir ku tevgera kurd bi ciwanan dest pê kiriye û bi saya ciwanan hatiye vê astê.

Piştî axiftinan heta derengî şevê ciwanên bi cilên leşkerî govend û dîlan gerandin.

(cno-zf/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN