Ciwan li ax, av û enerjiya xwe xwedî derdikevin
ÊLIH (DÎHA) - Meclisa ciwanên DBP'ê û DEMGENÇ'ê ya Êlihê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de şahiyek li dar xist. Di şahiyê de banga xwedî derketinê av, ax û enerjiyê hat kirin.
Meclîsa ciwanên DBP'ê û DEMGENÇ'ê ya Êlihê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de şahiyek li dar xist. Şahiya ciwanan li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya navendê hat lidarxistin. Nûner û rêveberên rêxistina DBP, HDP'ê Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, namzedên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hasan Yagiz, Aktivîstên KJA'ê û gelek kes tevlî şahiya ciwanan bûn. Li qada şahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan , alên PKK, KCK'ê û pankarta li ser "Li partî, sindoq û dengê xwe xwedî derkevin", "Li dengê xwe xwedî derkevin" hatin daliqandin. Di şahiyê de bê navber dîrûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Ciwan fedayiyên Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.
Pîştî rêz girtinê Endamê DEMGENÇ'ê ya Êlihê Nazir Yagiz axivî û got ku dê axa Kurdistanê bi têkoşîna ciwanên kurd azad bibe û wiha axivî: "Ji dîrokê heya roja me ya îro gelê kurd û erdnîgariya Mezapotamyayê di bin destê dagirkeran de ye û tê talankirin. Divê mirov di serî de li îradeya xwe xwedî derkeve. Eger gel ango civakek bê îrade bêhiştin wê demê mirovahî û jiyan bi dawî dibe."
'AKP li Kurdistanê polîtîkayên qirêj dide meşandin'
Yagiz li ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê jî ev tişt got: "Hikûmet AKP'ê bênav ber li hember ciwanên kurd û ernîgariya Kurdistanê polîtîkayên qirêj dide meşandin. Em jî wek ciwanên kurd dê heya dawiyê li ber xwe bidin û li hember polîtîkayan têbikoşin." Yagiz banga xwedî derketinê li hemû ciwanên kurd kir.
'Em di pêvajoyeke girîng de ne'
Pîştî axaftina Nasir Yagiz, Namzedê HDP'ê Hasan Yagiz axivî û diyar kir ku di pêvajoyeke pir girîng de ne û divê her kes li pêvajoyê xwedî derkevin. Yagiz anî ziman ku eger HDP di hilbijartinê de bi sernekevê dê di Rojhilata Navin de bi destê AKP'ê şerekî mezin biqewîme. Yagiz bilêv kir ku ji bo jiyanek nû divê her kes bi hesas tevbigere.
Pîştî axaftinan Koma Morîzêr, Hunermend Mehmet Avşar û Jiyan Nergiz stran gotin. Şahî bi gerandina govendê berdewam kir.
(ho/ça)