DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

SES’ê êrîşa li dijî bijîşk şermezar kir

 
5 Gulan
12:38 2015

AMED (DÎHA) – Bijîşkê bi navê Onder Yaşar li Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê hate hînbûn ku rastî şîdeta 3 xizmên nexweşan hatiye. SES a Amedê têkîldarî mijarê daxuyanî da û şermezar kir.

Bijîşkê bi navê Onder Yaşar ê li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê bijîşk e hate hînbûn ku duh rastî şîdeta xizmên nexweşan hat. Endamên SES a Amedê ji bo şermezarkirina bûyerê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê hatin cem hev û dirûşma “Bila destên dirêjî tenduristvanan dibe bişikên” berz kirin. Li ser navê kedmaran bijîşk Kezban Issi Bozkurt axivî û got ku bi hikûmeta AKP’ê re ji ber bernameyên veguhestina tenduristiyê mafên xebatkarên tenduristiyê tên xespkirin û ewlehiya canê xebatkarên tenduristiyê nemaye. Bozkurt bilêv kir ku hempîşeyê wan Onder Yaşar di 4’ê gulanê de li Beşa Legîn a Nexweşxaneya Dil rastî şîdeta xizmên nexweşan hatiye û wesayît ajotine ser wî û nirxandina “hevalê me piştre rastî şîdeta fîzîkî û devkî ya 3 kesan hatiye” kir.

Bozkurt da zanîn ku şîdeta li hemberî xebatkarên tenduristiyê riyeke mafê xwe gerandinê nîne û wiha berdewam kir: “Em weke kedkarên tenduristiyê ji bo ku xizmeta tenduristiyê ya bêpere, baş û bi zimanê dayîkê bê dayîn li her derê daxwaza xwe anî ziman û em ê vê bidomînin jî. Bi taybetî ji ber pêkanînên performansê ya di sîstema veguhestina tenduristiyê fatureya vê yekê wekî şîdet ji me re derxistin neheqî ye.”

Piştî daxuyaniyê êrîş bi çepikan ve hate şermezarkirin û çalakî bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN