DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Cara 41’emîn nobeta wijdan û edelatê li dar xistin

 
3 Gulan
14:59 2015

STENBOL (DÎHA) – “Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin” di çalakiya 41’emîn a “Nobeta wijdan û edaletê” de dayika Hakan Kuruçali yê ku dema BOTAŞ’ê dixebitî jiyana xwe ji dest da Gulten Kuruçali anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne û nirxandina “Heke pêwîst be ez ê li ber BOTAŞ’ê xwe bişewîtim” kir.


“Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin” ji bo balê bikişînin li ser cinayetên kar çalakiya xwe ya “Nobeta wijdan û edaletê” cara 41’emîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Hevberdevkê ODP’ê Alper Taş, rojnameger Esra Yalçin û malbatên ku xizmên xwe di cînayetên kar de winda kirine pankarta “Ne qeza ye cînayet e ma wijdana we nîne” hate vekirin û wêneyên kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane, dowîzên “Ne qeza û qeder, cînayet e” “Bila hemû berperyar bên darizandin” hatin hilgirtin.

Li ser navê malbatan daxuyanî ji aliyê birayê Heybetullan Guleç ê di 2008’an de li Davutpaşayê jiyana xwe ji dest da Hakki Guleç hate dayîn. Guleç bilêv kir ku eqê lêgerîna xaw ya edaletê bidomînin û heta sîstema taşeronê berdewam bike, tedbîrên tenduristiya karkeran û kar neyê girtin, patronên ku karkerên bi sendîka ji kar davêjin neyên cezakirin, darizandina adil nebe cînayetên kar dê berdewam bikin. Guleç da zanîn ku kampanyaya ku wan ji bol i Tirkiyeyê jî 28ê Nîsanê wekî “Roja şîn û bibîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane” bê qebûlkirin dane destpêkirin dê bidome û heta ku berpirsyar bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Pêwîst be ez ê xwe li ber BOTAŞ’ê bişewitînim’

Piştî daxuyaniyê dayika Hakan Kuruçayli yê kul i navçeya Xanakê ya Erdexanê di 14’ê mijdara 2013’an de dixebitî jiyana xwe ji dest da Gulten Kuruçayli axivî. Kuruçayli wiha got: “Ji bo ku dayikên din êş nekişînin, dilê wan neşewite ez ê têkoşîna xwe ya edalotê bidomînim. Piştî ku edalet bi cih bê dibe ku zarokê min şunda neyê yê dibe ku ev ya dawî be.” Kuruçayli Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Taner Yildiz jî ji ber ku ser saxî nexwestiye rexne kir û bilêv kir ku heta ku kesên ji mirina kurê wê berpiryar in bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomîne û nirxandina “pêwîst bike ez ê xwe li ber BOTAŞ’ê bişewitînim” kir. Piştre jî têkîldarî pêvajoya dozê parêzer Erbay Yucak axivî û têkîldarî dozê agahî da û got ku dozger ji bo ku şîrket bê lêkolînkirin tiştek nekiriye û ew ê îtirazî vê biryara dozger bikin. Yucak bang li Sendîkaya Petrol-Îş’ê jî kir û xwest ku di dozê de bibe mudaxîl.

Çalakî piştî ku têkîldarî dozên ku ji bo cînayetên kar hatine vekirin agahî hate dayîn û piştre jî bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN