DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Namzedê HDP'ê hat binçavkirin

 
1 Gulan
17:05 2015

STENBOL (DÎHA) - Namzedê HDP'ê yê Stenbolê yê herêma duyemîn Salîh Şahîn di dema êrîşa polîsan a li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşên polîsan de zêdehî 300'î kes hatine binçavkirin.

Polîsan destûr neda kedkar û karker bikevin Qada Taksîmê û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Hat ragihandin ku di encama êrîşên polîsan de jî zêdehî 300 kes hatine binçavkirin. Di encama êrîşa polîsan de Namzedê HDP'ê yê Stenbolê yê herêma duyemîn Salîh Şahîn jî hatiye binçavkirin.

Hiqûqnasên Birleşik Haziran Hareketi, Koma Hiqûqnasên Hemdem, (ÇAG) , Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, (ÇHD) , Komeleya Hukukta Sol Tavir, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Katılımcı Avukatlar (KAV), Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Hiqûqnasên Azadîxwaz û Demokrat, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê bi hev re maseya krîzê ava kirin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji saet 15.00 û pê de 245 kes hatine binçavkirin û binçavkirin berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku binçavkirin herî zêde li Okmeydan, Beşiktaş, Zincirlikuyu, Şişli û Dolapdereyê pêk hatin.

Endamên Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê xwestin ku herin Qada Taksîmê. Lê rastî astengiya polîsan hatin û nehiştin bikevin qadê.

Du endamên Mucadele Birligê yên hewl dan li ber Stasyona Metroyê pankart vebikin ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Lir agahiyan di kesên hatine binçavkirin de turîst jî hene.

(dd/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN