Bîrlîk çû serdana malbatên zarokên wan hatine qetilkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - li Cizîrê di çerçoveya xebatên hilbijartinê de namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û heyata pê re çûn serdana karker û malbatên zarokên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çerçoveya xebatên hilbijartina 7'ê heziranê de namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û endamên rêxistinên HDP û DBP'ê çûn serdana karker û malbatên zarokên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin. Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlik, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur, Hevserokên HDP û DBP'ê, endamên MEYA-DER'ê di serê sibê de çûn fabrikayên karker lê di xebitin û bi wan re hevdîtin kirin.
'Mafê karkeran di danezana HDP'ê de heye'
Di serdanê de namzeta HDP'ê Leyla Bîrlîk cejna karkeran a 1'ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kir ku di danezana HDP'ê de cihek berfireh ji karker û kedkaran re hatiye veqetandin. Bîrlik diyar kir kir ku divê mafên karkeran neyên binpêkirin û şert û mercên wan werin sererastkirin. Bîrlîk êrişên li ser karkeran jî şermezar kir û bal kişand ser helwesta hikûmeta AKP'ê û wiha axivî: "Di cejna karkeran da jî AKP bela xwe ji karkeran venake û nahêle karker cejna xwe pîroz bikin."
Karkerên di fabrikayan de dixebitin jî ji serdana heyata HDP'ê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku li Cizîrê cara yekem e namzetek tê serdana wan. Piştî heyeta HDP'ê bi karkeran re çay vexwar ji fabrikayan derketin û çûn serdana malbatên zarokên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin.
'Heta kujer werin cezakirin em ê têbikoşin'
Heyeta HDP'ê piştre çûn serdana malbatên Nîhat Kazanhan, Umît Kurt, Barîş Dalmiş, Yasîn Ozel, Zekî Ala yên di meha qanûna 2014'an de bi hevkariya hizbulkontra û polîs de hatibûn qetilkirin. Di serdana malbatan de Leyla Bîrlîk da zanîn ku ew dixwazin di parlementoyê de bibin dengê aştiyê. Bîrlîk destnîşan kir ku ew ê ser darizandina kujerên ciwanên Cizîrê bisekinin û heta kujer bên cezakirin dê têbikoşin. Bavê Nîhat Kazanhan ê di 14'ê çileyê de wextê li ber mala xwe dilîst ji hêla polisan ve hatibû qetilkirin M.Emîn Kazanhan jî ji ber serdana heyetê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.
(cno-zf/ea/wk)