Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Îzmîrê de şîdeta polîsan
ÎZMÎR (DÎHA) - Sendîka, rêxistinên kedê û partiyên sivîl ên Îzmîrê xwstin li Qada Gundogdu 1'ê Gulanê pîroz bikin lê şîdeta polîsan pêk hat. Polîsan xwest ku alên YPG'ê yên di destê komekê de destser bike lê komê al nedan û polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir.
Sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî, komele û rêxistinên sivîl ên civakî yên Îzmîrê ji bo 1'ê Gulanê pîroz bikin ber bi Qada Gundogdu ve bi du aliyan de dest bi meşê kirin. HDP, ESP, SDP, DÎSK, Komeleya Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dokuz Eylulê û gelek rêxistinên sivîl li Qada Basmaneyê hatin cem hev û bi pankartên "Ji bo jiyanekî wekhe vû azad 1'ê Gulanê", "Bi çareseriya demokratîk ji bo aştiyekî mayînde 1'ê Gulanê", "Ji bo xizgariya kedê û biratiya gelan 1'ê Gulanê", "Azadiya Kurdistanê azadiya kedê" û "Li hemberî zextên zanîngehan ciwan ber bi qadan ve" dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên kurd, tirkî, ermenî, suryanî, lazî û rumî hatin vekirin.
Nazmetên HDP'ê yên Îzmîrê jî tevlî meşê bûn û ciwanên DODER'ê tîşortên wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin li ser li xwe kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî şoreşa jinê" û "Yekîtiya karkeran yekîtiya biratiyê" hatin berzkirin.
Hevbirên Platfomra Şaxa KESK'ê yên Îzmîrê, Halkevlerî, ODP, TKP, Partiya Komunîst û Dev-Genç jî li ber Sumerbankê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Baskên meş yên hatin Qada Gundogdu piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Koma di destê wan de alên YPG'ê heyî xwestin bi alan bikevin qadê û piştî polîsan xwest alan destser bike engeşî derket.
Koma al nedan rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Piştî girseyê jî bi keviran bersiv da pevçûn derket. Pevçûn berdewam dike.
(bd)