Kanî Beko: Heya Taksîm azad nebe Tirkiye azad nabe
STENBOL (DÎHA) - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko li Beşîktaşê axivî û wiha got: "Heya Taksîm azad nebe Tirkiye azad nabe. Heya li Qada Taksîmê karker bi awayekî azad 1'ê Gulanê pîroz nekirin Tirkiye demokratîk nabe."
Karker û karmend ji bo ber bi Qada Taksîmê ya ji pîrozbahiya 1'ê Gulanê re hatî qedexekirin bimeşin li Beşîktaş û Şîşliyê dest bi kombûnê kirin. DÎSK, KESK, TTB, TMMOB, HDP, HDK,SODAP, DHF,ESP, SYKP, Kaldiraç, anarşîstler, Yekîtiya Têkoşînê, Halkevlerî, fermînîst ji bo meşê li Beşîkaş û Şîşliyê hatin cm hev. Jinên femînîst bi alên binevşî û dirûşmeyên "Dest ji karê malê berde bila cîhan rawestê" û "Jin jiyan azadî" tevlî karker û karmendên li Bulvara Barbaros a Beşîktaşê bûn. Karker û karmendên li Beşîktaş û Şîşliyê hatin cem hev govendê digirin û dirûşmeyên daxwazên karkeran vedibêjin berz dikin. Li bendêne ku karker ber bi Taksîmê ve bimeşin.
'Em dixwazin bi gulên xwe ber bi Taksîmê ve bimeşin'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko ji karker û karmendên li Bulvara Barbaros kom bûn re axivî û wiha got: "Heya Taksîm azad nebe Tirkiya azad nabe.Heya em hevalên xwe yên di 1977'an li Qada Taksîmê hatin qetil kirin bîrneynin, karker bi awayekî azad li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz nekirin Tirkiye demokratîk nabe. Em dixwazin bi gulên xwe 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin."
(bd)