DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Dêrsimê çêkirina bendav û HES'an şermezar kirin

 
30 Nîsan
15:41 2015

DÊRSIM (DÎHA) – Meclîsa Ciwanên DBP’ê ya Dêrsimê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" meş li dar xist û çêkirina bendav û HES'an şermezar kirin.

Meclîsa Ciwanên DBP’ê ya Dêrsimê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" ji Qada Seyîd Rizayê heya Fatma Ana meşiyan. Di meşê de Hevseroka DBP’ê ya Dêrsimê Melek Dolaz, HDP, DHF, EMEP, PARTÎZAN û bi sedan ciwan tevlî bûn. Ciwanan di meşê de kincên spî li xwe kirin û tîşortên li ser “Bijî Serok Apo” , “Xwedî derkeve” û “Xwedî li nasnameya derkeve” hatibûn nivîsandin li xwe kirin. Di meşê de ciwanan dirûşmên “Li Dêrsimê bendavan naxwazin” , “Bijî Serok Apo” û “Munzur azad e dê bi azad biherike” berzkirin. Di meşê de pankartên “Xwedî derkeve” , “Li Sarayan heya Zîlanan jin li ber xwe dide û azad dibe” hatin hilgirtin. Ciwanan di çalakiyê de li ber def û zirneyê stran gotin û govend gerandin. Meş li Qada Ana Fatmayê bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn.

'Roj roja azadiya Serok Apo ye'

Endamê DODER'ê Baran Yîgît diyar kir ku wekî ew ê li dijî çêkirina bendav û HES’an derkevin û got ku ciwanan li her qadê bendav û HES’an bişkînin. Yîgît destnîşan kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên dewletê bi şîara “Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, nasname û pêşeroja xwe derve” têbikoşin û wiha got: “Dewlet heya îro cih û, mîrasa mirovahiya gelê kurd tune kiriye. Li hemberî gelê kurd qirkirina siyasî, ekolojîk, çandî û dîrokî ceribandiye. Êdî rûyê çanda netewe dewletê li bakurê Kurdistanê derketiye holê. Di şerê heqîqatê de Alî Çîçekan, Sarayan, Arînan û Kader Ortakayayan hêz dane me û em ê di rêya wan bimeşin. Îro roj roja hevpariya civaka xweseriya demokratîk û jiyana azad e. Îro roj roja xwedî derketina axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe, zimanê xwe, çanda xwe û pêşeroja xwe ye. Roj roja azadiya Serok Apo ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(bk/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN