DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Di 1'ê Gulanê li hemberî bombeyên gazê baldar bin!

 
30 Nîsan
09:29 2015

STENBOL (DÎHA) -Qada Taksîmê îsal jî ji kedkaran re hate qedexekirin û tendûrîstvanan li hemberî bombeyên gazê û şîdeta polîsan hişyarî kirin. Seroka Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak balkişand ser bombeyên gazê yên diavêjin nexweşxaneyan û wiha got: "Her sal 1'ê Gulanê nexweşxane tejî dibin. Ji ber bombeyên gazê bi sedan welatî bibandor dibin. Em nizanin dê bombeyên gazê rê li ci vebikin û em careke din hişyariyê dikin."

Qada Taksîmê îsal jî ji kedkaran re hate qedexekirin û tendûrîstvanan li hemberî bombeyên gazê û şîdeta polîsan hişyarî kirin. Seroka Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak balkişand ser bombeyên gazê yên diavêjin nexweşxaneyan û wiha got: "Her sal di 1'ê Gulanê de nexweşxane tejî dibin. Ji ber gaza zêde bi sedan welatî bi bandor dibin. Em nizanin bombeyên gazê dê rê li çi vebikin û ji ber vê yêkê me careke din hişyariyê dikin."

Qada Taksîmê îsal jî ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re hate qedexekirin û kedkarên dixwazin biçin Qada Takîsmê her sal rastî êrîşên polîsan ên dijwar tên. Li Stenbolê di serdemên qedexe de bi sedan kes tên binçavkirin, sedan welatî ji ber bombeyên gazê û şîdeta polîsan birîndar dibin. Piştî Waliyê Stenbolê Qada Taksîmê qedexe kir şîdeta polîsan û bombeyên gazê anî bîra mirovan. Şaxa SES'ê ya Şaxa Şîşlî Fadîme Kavak li hemberî şîdeta polîs û bikaranîna gazê hişyarî kirin.

Ji hemû kesî re bombeyên gazê

Kavak diyar kir ku di serdema AKP'ê de hemû kesên ji bo mafên xwe yên demokratîk derketin kolanan rastî şîdeta polîsan hatin û bombeyên gazê li ser tendûrîstiyê gefên gelek cidî pêk tîne û wiha got: "Gaza îsotê rewşekî dijmirovahiyê ye. Em dibêjin dermanekî kimyevî ye. Kesên rastî gazê tên hem di dema ewil û hem jî piştî gelek sal şunda rastî pirsgirêkên gelek cidî tên." Kavak anî ziman ku bi dirûşmeya "Bila gaza îsotê bê qedexekirin" kampanya dan meşandin û wiha axivî: "Li hemberî dayîka li dijî bendavê derket, gundiyên xwedî li dara xwe derket, gelê kurd ên ji bo mafên xwe yên demokratîk derketin qadan, kedkar û karkerên li mafên xwe geriyan bi kurtasî li hemberî hemû kesî bombeyên gazê hatin bikaranîn."

Qedexe bifirkar e

Kavak da zanîn ku Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hate qedexekirin bi fikar e û dê çareke din şîdeta polîsan bixin dewreyê û ev yêk jî wan dilstirs dike û wiha pê de çû: "1'ê Gulanê careke din hate qedexekirin. Îxtîmale disa bi bombeyên gazê êrîşê bikin û dê birîndar çêbibin. Em sala borî ji bîr nekiriye. Dibe ku sedan welatî birîndar bibin. Tenê li qadê na bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş li Nexweşxaneya Okmeydani kirin."

Li hemberî şîdeta polîsan derkevin qadan

Kavak bilêv kir ku di demên dawî de şîdeta polîsan zêdebûye û bombeyên gazê êdî bi hedef tên avêtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her sal di 1'ê Gulanê de nexweşxane tejî dibin. Ji ber bombeyên gazê bi sedan welatî bi bandor dibin. Em weke tendûrîstîvan nizanin bombeyên gazê dê rê li ci vebikin. Ez li vir careke din hişyar dikim. Bila bombeyên gazê neyên bikaranîn û şîdeta polîs nebe." Kavak destnîşan kir ku kedkarên tendûrîstiyê dê li qadan bin û 1'ê Gulanê roje yekîtî û piştevaniyê ye û divê hemû kes li hemberî şîdeta dewletê derbikeve qadan.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN