Li Wanê bernayea 1'ê Gulanê hat aşkerkirin
WAN (DÎHA) - KESK, TMMOB, TTB û DÎSK'ê yên Wanê diyar kirin ku ew dê di 1'ê Gulanê de li Duryana Çandê mitîngê li dar bixin.
KESK, TMMOB, TTB û DÎSK'ê yên Wanê têkildarî mitînga 1'ê Gulanê li Salona Konferansê ya Egîtîm Senê civîna çapemeniya li dar xistin. Endama Lijneya Rêveber a DÎSK'ê ya Wanê Kezîban Afşîn, Sekterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Yunus Haylaz û Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Wanê Haşem Baygumuş tevlî civînê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar Baygumuş axivî û diyar kir ku 1'ê Gulanê roja serhildana kedkaran e û bang li hemû kesî kir ku tevlî mitîngê bibin.
Baygumuş da zanîn ku ew dê li hemberî komkujiyên karkeran, pergala taşeronê, perwerdehiya nîjadperestî û cînayetên jinan li qada bin. Baygumuş bilêv kir ku ew dê li Duryana Çandê ya Wanê mitîngê li dar bixin. Baygumuş destnîşan kir ku endamên KESK'ê dê li ber Kargeha Perîhan û welatiyên din jî dê li ber avahiyên HDP û Emekê ber bi qada mitîngê ve bimeşînin û mitîng dê di 13.00'an de dest pê bike.
(bd)