DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

'HDP hêviya karkerên li ber xwe didine'

 
29 Nîsan
09:18 2015

STENBOL (DÎHA) - Karkerên BEDAŞ'ê yên ku ev 260 roj in li ber xwe didin û karkerên Nexweşxaneya Zaningaha Maltepê ye ku ev 144 roj in li ber xwe didin diyarkirin ku di nav danezana partiyan de ya herî bala wan kişandiya danezana HDP'ê ye û di danezana HDP'ê de xuya dike ku ew li cem karkeran cih digirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag danezana HDP'ê ya bi şîara "Bagewaziya ji mirovahiyê re" ji 12 sernavên pêk tê bi raya giştî re parve kiribûn. Danezana HDP'ê hemû civakan di nava xwe dihewîne û li dijî polîtîkayên partiyên pergalê, bi paradîgmaya ekolojîk, azadîxwaz ji hemû gelan re bûye hêvî. Karkerên BEDAŞ'ê ev 260 roj in û karkerên Nexweşxaneya Maltepê ev 144 roj in li hemberî ji kar avêtinê li ber xwe didin. Karkerên di nava berxwedanê de ne der barê danezana HDP'ê de nerînên xwe anîn ziman.

'Danezana HDP'ê ya herî balkêş e'

Karkerê bi navê Sînan Gençker diyar kir ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Maltepeyê dixebitê û ji ber bûn endamê sendîqayê ji kar hat derxistin. Gençker got ku ev 114 roj in li hemberî neheqiya li wan hatiye kirin li ber xwe didin û derbirî ku di nav danezanên partiyan de ya herî balkêş danezana HDP'ê ye. Gençker anî ziman ku danezana HDP'ê ji bo pêşeroja wan pir girîng e û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê dema hat ser îktîdarê got ku ew ê mafê sendîqabûnê bidin her kesî. Lê niha ji ber em bûn endamê sendîqayê me ji kar avêtin. HDP li hemberî vê pergalê têdikoş e. Partiya ku bi halê karkeran zane û mafê karkeran diparêze HDP ye." Gençker gotina AKP'ê 'Em ê pergala taşeroniyê ji holê rakin' bibîr xist û wiha pê de çû: "Em dibînin ku AKP karkerên sendîqayê ji kar derdixe û ev pergala taşerontiyê kûrtir kiriye. Pratîk û teoriyên AKP'ê ne wek hev in."

'AKP'ê ne partiya karkeran, partiya patronan e'

Berxwedêrê Nexweşxaneya Zanîngaha Maltepeyê Zekî Demîrel jî dest nîşan kir ku danezana HDP'ê mirovahiyê dixe navenda xebatên xwe. Demîrel got ku HDP'ê dibêje ku patron nikarin karkera biparêzê, karker dê xwe bi xwe biparezin û wiha domand: "Rast dibêje îro em herin cem patronekî em bêjin ji bo ewlehiya kar amûr pêwîst in û divê bên çêkirin, ew ê ji me re bêje lêçûyîna amûran zede yê em çênakin. Ev jî rê li ber qezayên kar vedike. Ez bawer dikim ku HDP dê peşiya van qezayên kar bigire." Demîrel derbirî ku AKP li cem patronan cih digire û wiha berdewam kir: "AKP partiya patronan e. Ew tu caran nebûye partiya karkeran. AKP'ê heke partiya karkeran bûye îro heqdestê kêm dê 950 TL bûya. Heke li welatekî heqdestê kêm di bin kiraya malê de be wê demê hikûmet derewan dike. AKP ji bo karkeran tu tişt nekiriye û her tim ji bo patronan xebitiye."

'HDP xebatên baş dike'

Evren Zengîn ye ku ji kotaya astengdariyê li Nexweşxaneya Zanîngaha Maltepeyê dixebîtî û ew jî wekî hevalên xwe yên dik ji kar hatiye avêtin diyar kir ku wî danezana HDP'ê pir ecibandiye. Zengîn xebatên Şarederiya Erdîşa Wanê yê HDP'ê jî vegot û bilêv kir ku wî xebatên HDP pir diecibeye û HDP'ê xebatên pir baş dike. Zengîn da zanîn ku madeya danezana HDP'ê ya dê taşerontiyê ji holê rake bala wî kişandiye û ev tişt anî ziman: "HDP biçe meclîsê ez bawer dikim ku dê xweşîkbûna xwe derbixe holê û tişta têkeve ser milên wan dê bi cih bîne."

HDP tiştê em dixwazin dibêje'

Albayrak anî ziman ku ji ber amûrê ewlehiya kar xwestiye ji kar hat derxistin û wiha axivî: "Ji ber me amûrên ewlehiya kar xwest me ji kar derxistin. Me lepikê ku naşewitin xwest em ji kar hatin derxistin. Wexte me ev xwestin kesên kar didin ji me re gotin ew lepik bi 5 TL ne herin ji xwe bistînin. Beriya niha Enerjî-Sen xwestibû ewlehî û tenduristiya karkeran têxe destê karkeran, lê patronan destûra vê yekê neda."

'AKP'ê di 13 salan de pergala taşerontiye zedetir kir'

Karkerê BEDAŞ'ê yê ku ev 260 roj in li ber xwe dide Alîcan Albayrak jî diyar kir ku di nav danezana partiyan de ya herî balkeş ya HDP'ê bû. Albayrak bi gotina "Danezana HDP'ê dide xuyakirin ku ew ê li cem karkeran cih bigire. Pergala taşerontiyê dê hêdî hêdî ji holê rake ev ji bo me pir girîng e" piştgirî da danezana HDP'ê. Albayrak anî ziman ku AKP ev 13 sal in li dewsa pergala taşerontiyê ji holê rake pergala taşerontiyê zêdetir kiriye.

(sde/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN