'Qedexekirina Taksîmê tê wateya qedexekirina 1'ê Gulanê'
ÇAGDAŞ KAPLAN
STENBOL (DÎHA) - Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu anî ziman ku li Taksîmê qedexekirina pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ve hiqûq tê binpêkirin û 13 sal in hikûmet dijminahiyê li karkeran dike û dê di vê hilbijartinê de karker bersivê bidin hikûmetê. Çerkezoglu da zanîn ku qedexekirina Taksîmê dîlgirtina 1'ê Gulanê ye û qedexekirina Taksîmê tê wateya qedexekirina 1'ê Gulanê.
Ligel biryara DMME û hiqûqa navxweyî Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê tê qedexekirin. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku ji bo daxwazên kedkar, bindestan bînin ziman dê li qadan bin û dê çavê hemû kesî li ser pîrozbahiyên Taksîmê bin û wiha axivî: "Piştî ku qada Taksîmê hat azadkirin cara sêyemîn de, bi awayekî bêhiqûq qad ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re ji çîna karker re tê qedexekirin." Çerkezoglu bi lêv kir ku li gorî hiqûqa navxweyî Taksîm qada pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ye û bi awayekî bêhiqûq hatiye qedexekirin.
'Dê di vê hilbijartinê de karker bersivê bidin hikûmetê'
Sekretera DÎSK'ê Çerkezoglu bibîrxist ku pîrozbahiyên 1'ê Gulanê 37 roj beriya hilbijartinên 7'ê hezîranê tê lidarxistin û anî ziman ku 13 sal in hikûmet dijminahiyê li karkeran dike û dê di vê hilbijartinê de karker bersivê bidin hikûmetê û wiha pê de çû: "Dema AKP bû îktîdar li Tirkiyeyê derdora 300 hezar karkerên taşeron hebûn, lê niha derdora 2 milyon û nîv û 3 milyon karkerên taşeron hene. Her wiha cinayetên kar zêdetir bûne û bi milyonan kes mehkûmî meaşê asgarî bûne, hejmara jinên ku tên qetilkirin zêdetir bûne, di polîtîkaya derveyî welat de têkçûne. Di demeke ku ev welat nikare bi vê aboriyê berdewam bike hilbijartin nêz dibin û di demeke wiha de lidarxistina pîrozbahiyên 1'ê Gulanê girîng e. Dibe ku îktîdara siyasî ji ber van sedeman Taksîmê qedexe dike."
'Qedexekirina Taksîmê tê wateya qedexekirina 1'ê Gulanê'
Arzu Çerkezoglu destnîşan kir ku hikûmet di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de li Stenbolê rewşa awarte îlan dike û wiha axivî: "Em bi awayekî vekirî dibêjin; qedexekirina Taksîmê tê wateya qedexekirina 1'ê Gulanê. Ev tê wateya sazîbûna zext, pêkûtî û Pakêta Ewlehiya Navxweyî. Bi salane em bi heman pêkanînan re rûbirû dimînin. Li Kurdistanê û li rojavayê Tirkiyeyê heman pêkanîn hene. Lê divê were zanîn ku ne pakêta ewlehiyê û en jî polîtîkayên şîdetê nikarin têkoşîna azadî, edelat, wekheviyê asteng bikin. Îro em ji her demê zêdetir ji encamên hilweşêr yên pergalê dijîn."
Provokasyonên çapemeniya alîgir!
Çerkezoglu balkişand ser nûçeyên çapemeniya alîgirên AKP'ê û wiha got: "Hefteya borî roja ku em bi walî re hevdîtinê pêk bînin, çapemeniya alîgir nûçeyên ku 'Ger Taksîm bibe, dê provokasyon pêk bên' weşandin. Di esasê xwe de kujerên komkujiya sala 77'an aşkera ne, îro qedexekirina Taksîmê tê wateya parastina komkujiyên kontrgerîla." Çerkezoglu di berdewama axaftina xwe de komkujî û provokasyonên ku di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de bi destê dewletê pêk hatine bibîrxist.
Amadekarî didomin
Çerkezoglu da zanîn ku niha amadakeriyên pîrozbahiyên 1'ê Gulanê didomînin, dê hevdîtinên xwe yên bi walîtî û rayedarên dewletê re bidomînin û wiha got: "Em dixwazin di serê sibeha 1'ê Gulanê de destê zarokên xwe bigirin, kûlîlkan bidin destê xwe û berê xwe bidin Taksîmê. Em bang bikin ku bila dev ji qedexeyên li dijî aqil berdin." Çerkezoglu bang li hemû kesî kir ku tevli pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin.
(ça)