Kesên di 1'ê Gulanê 1977'an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
STENBOL (DÎHA) - 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an de li Kazanci Yokuşu jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Hewildana 78'an, EHP, HDP, Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol û endamên Komeleya Hîndekarên Zanîngehê 35 karkerên di 1'ê Gulana di 1977'an de li Kazanci Yokuşu jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Di bîranînê de pankarta "Bila komkujiya 1'ê Gulana 1977'an bê lêkolînkirin û komîsyona edaletê bê avakirin" hate vekirin û wêneyên karkerên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê Hewildana 78'an Yunus Bîrcan daxuyanî xwend û pêvajoya 1'ê Gulana 1977'an vegot û diyar kir ku qada 1'ê Gulanê piştî 1977'an heya niha ji aliyê hemû hikûmetê hatin ser kar ve hate qedexekirin.
Bîrcan anî ziman ku ligel bi ser komkujiyê de 38 sal derbasbûn hêj kiryar nehatine darizandin û rayedarên hikûmeta wê demê ji bo komkujî bê ronîkirin daxuyandin ku dê di bin banê meclîsê de komîsyona edaletê ava bikin lê têkildarî mijarê de tu gav nehatin avêtin. Bîrcan daxwaza edaletê ya ji bo 35 karkeran careke din xwest û wiha got: "Bila navê Qada Taksîmê weke Qada 1'ê Gulanê bê guherîn, li Kazanci Yokuşuyê jî ji bo bîranîna 35 karkeran abîde bê danîn û di bin banê meclîcê de 'Komîsyona Edelat û Lêkolînên ya 1'ê Gulanê' bê avakirin."
Di bîranînê de dirûşmeyên "Qada Takîsmê na qada 1'ê Gulanê" û "Şehîdên 1'ê Gulanê nemir in"
(bd)