DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

PYD’ê ji bo Cenevre 3 hatiye vexwendin

 
28 Nîsan
13:04 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed diyar kir ku PYD’ê ji bo tevlîbûna konferansa Cenevre 3 bibe hatiye vexwendin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sînem Mihemed diyar kir ku Komîteya Amadekar a Konferansa Cenevre 3 a ku dê di maha Gulanê de li Siwêsreyê bê lidarxistin, bi awayekî fermî PYD’ê vexwendiye ku tevlî bibe. Sînem Mihemed, destnîşan kir ku nûnerên TEV-DEM’ê jî dê beşdarî civînê bibin.

Mihemed, anî ziman ku hejmarek partiyên siyasî û rêxistinên opozsiyona Sûriyê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo beşdarbûna konferansê hatine vexwendin.

Li bendê ye ku konferansa Cenevre 3 di meha gulanê de li bajarê Cenevre yê Siwîsreyê bê lidarxistin.

Konferansa Cenevre 2 ya di derbarê aloziya Sûriyê de di 15’ê sibata 2014’an de hatibûn lidarxistin û bê dem hatibû.


(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN