'Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin'
ÊLIH (DÎHA) - Komîteya Amederiya 1'ê Gulanê bi boneya pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê daxuyanî da çepemeniyê û diyar kir ku ew ê bi ruhê Cejna Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin.
Komîteya Amederiya 1'ê Gulanê bi boneya pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê li avahiya Petrol Îşê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Petrol Îşê Mustafa Kekîk ve hat xwendin. Kekîk diyar kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe ji ber rêbaza taşerontiyê, bêewlehiya kar û karkerên ku bêpîvan tên xebîtandin cînayetên kar zêde dibin. Kekîk da zanîn ku ev yek jî bi destê hikûmeta AKP'ê tê rawekirin û wiha got: " Em wek kedkar û xebatkar roja 1'ê Gulanê ji bo piştevanî û berxwedana karkeran li Êlihê bi coş pîroz bikin
Kekîk anî ziman ku ew ê di roja 1'ê Gulanê de li Êlihê bi tevlîbûna hezaran karkeran kiryarên AKP'ê şermezar bikin û got ku ew ê daxwaza mafê wan ên hatine gaspkirin bikin.
Kekîk bang li hemû karkerên ku TPIC, DEDAŞ'ê yên ji kar hatine avêtin û tevahiya gelê Êlihê kir ku tevlî mîtînga ku seat di 12:00'an de li ber Nexweşxaneya Ferabînê were lidarxistin bibin.
Kekîk daxuyakirin ku di pîrozbahiyê de Grup Munzur, Hozan Comert û Koma Girava Rojê û wek axaftvan jî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîclê, Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim tevlî şahiyê bibin.
(ho/wk)