KAŞÎP: Ên me nefikirin em ê jî di dema hilbijartinê de wan nefikirin
RIHA - (DÎHA) - Komeleya Personelên Şîrketê ya Giştî (KAŞÎP) ji bo mafên karkerên taşeron mîtîng li dar xist. Serokê Giştî yê KAŞÎP'ê Hakan Aydin da zanîn ku pergala taşeronê wek hişmendiya Nemrûdî ye û wiha got: "Berpirsiyarê me hikumeta AKP'ê ye. Ên me nefikirin em ê jî dema hilbijartinê wan nefikirin."
Komeleya Personelên Şîrketa Giştî (KAŞÎP) ji bo mafên karkerên taşeron mîtîng li dar xist. Mîtîng li Qada Ahmet Bahçivan ve hat lidarxistin û bi tevlibûna karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, karkerên Şaredariya Eyyubiyeyê, karkerên taşeron ên Şaredariya Xelîliye û Karakopruye, karekerên taşeronê yên Gûrgûmê û bi sedan karker û kedkarên taşeronê di mîtîngê de cîh girtin. Di mîtîngê de pankartên li ser "Kraliyeta di şaredariyê de bila rabe" , "Hewceyê grevê nake em jixwe birçîn in" , "Mafên dayikên memûr û dayikên taşeron bila wek hevbin" , "Em mîmarên Tirkiyeyê" û "Qedro mafê me ye em ê bi xweşraha xwe bistîn in" hatin wekirin û dowîzên li ser "Li vê dewleta mezin em naxwazin bibin karker û kedkarên biçûk" , "Bavê min ji bo çi karkerê taşeronê ye?" û "Ji taşeronê re qadro" hat hilgirtin. Di mîtîngê de her tim dirûşmên "Lêxe lêxe bila deng biçe Enqerê" , "Hikumet ranekeve dengê karkeran bibîhîz e" û "Qadro mafê meye" hat berzkirin.
'Bila hikumet dengê me bibîhîz e'
Karker û xebatkarên taşeronê ya ji Gûrgûmê hatibûn bi navê Sûltan Unal axivî û diyar kir ku karkerên taşeronê li hemberî neheqiyên û bindestiyê li ber xwe didin û got heta hikûmet mafên wan bidin wan dê heta dawiyê têkoşînê bidin. Piştre Serokê Giştiyê KAŞÎP'ê Hakan Aydin axivî û da zanîn ku pergala taşeronê wek hişmendiya Nemrûdî ye û wiha axivî: "Em wek karkerên taşeron her tim li hemberî van neheqiyan disekinin. Em jî li hemberî van Nemrûdiyan wek berxwedana Îbrahîmî rawestin û heta em mafên xwe jî bistînin em ji qada danakevin. Qadro mafê me yê herî xweza ye. Bila hikûmet dengê me bibîhîze e. Bila li şaredariya dewra wek kraliyeta rabe."
'Ên di danezana xwe behsa me nekin em ê jî wan têxin sindoqan'
Aydin bal kişand ser danezana AKP'ê û wiha pê de çû: "Berpirsiyarê me hikumeta AKP'ê ye. Di danezana xwe de bi tu awayî behsa karkerê taşerona nakin. Ji bo çi behsa karker û kedkaran nakin? Yên me nafikirin em jî wan nafikirin. Lê ên me nefikirin em ê jî dema hilbijartinê wan têxin sindoqan. Hikumeta dema me bifikiryan li Soma, Ermenek û Şirnexê ew buyerên madenê û komkujî dernediketin holê. Berî her tiştî ewlehiya me tuneye. Heta mafên me nê dîtin em ji qadan danakevin."
Mîtîng pîştî axaftina bi def û zirnê û gerandina govendê bi dawî bû.
(Msd/go)