'Em ji malên xwe derkevin lê teqez biçin Taksîmê’
STENBOL (DÎHA) – Komîtiya Amadekar a 1’ê Gulanê û Bangawazên 1’ê Gulanê li cadeya Îstîklalê meş li dar xistin û banga “Hadê qada 1’ê Gulanê ya Taksîmê” li karker, kedkar û gelan kirin. Li ser navê Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu bi gotina “Em ji malên xwe derkevin rê lê teqez ber bi Taksîmê vê derkevin rê” banga tevlibûna 1’ê Gulanê kir.
Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya jî DÎST, KESK, TMMOB û TTB’ê pêk tê û Bangawazên 1’ê Gulanê yên ji HDP, HDK, EMEP, Sendîkaya Karkerên Înşeatê, Halkevlerî jî di nav de ji geyek partî, platform û rêxistinên ciwanan jî di nav de ye pêk tên li cadeya Îstîklalê hatin cem hev û heta sefaretxaneya Fransayê meşiyan û ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî dan çapemeniyê. Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Ayşe Erdem, ehvparên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn û di meşê de pankarta “1 Gulan” hate vekirin. Piştî me şak u dirûşmên “Em di 1’ê Gulanê de li qadan in” “Taksîm qada 1’ê Gulanê ye” “Bijî 1’ê Gulanê” hatin berzkirin de sirûda 1’ê Gulanê hate xwendin.
‘Yên ku welat rêve dibin suc dikin’
Li ser navê komê Arzu Çerkezoglu axivî û diyar kir ku bi milyonan kedkar ji bo ku daxwazên xwe bînin ziman dê li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan bin. Çerkezoglu bilêv kir ku ligel biryarên dadgehên neteweyî û navneteweyî hikûmet hê jî dixwaze Taksîmê di 1’ê Gulanê de ji kedkeran re qedexe bike û wiha berdewam kir: “Di Gulana 2013 û 2014’an de yên kul i gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnegeriyan niha jî biryara dadgehên hundin tune dihesibînin. Yên ku welat rêve dibin hemû dozên têkîldarî 1’ê Gulanê hatine vekirin winda dikin lê hê jî sucên xwe didomînin.”
Çerkezoglu got ku di 1’ê Gulanê de qedexekirina Taksîmê xespkirina mafê grevê ya makaqanûnê ye, parastina patronên ku karkerên bi sendîka ji kar davêjin e ye, di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsîrêkên welat bi şîdet û pêkûtiyê kurkirin e lîstika dawî ya hikûmetê ya beriya hilbijartinê li Agiriyê dezgeh daniye ye.
Ji bo gelê Stenbolê bangawazî!
Çerkezoglu banga giliyê ya der bar ê hikûmetê de ji raya giştî kir û wiha got: “Di 1’ê Gulanê de girtina riyan, betalkirina wesayîtan, avêtina bombeyên gazê û di encama vê de mexdûriyên ku bên jiyîn sedem hikûmeta ku biryarên dadgehan tune dihesibîne ye.” Çerkezoglu got ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin û ev tiş anî ziman: “Em ji malên xwe derkevin rê lê teqez ber bi Taksîmê derkevin rê. Em bi hemû rewabûna xwe ve, bi girseyîbûna xwe ve û bi biryarbûna xwe ve li dijî tarîtiya zaliman bibin ronahî.”
(sa)