DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karker di 1'ê Gulanê de dê biçin Êlihê

 
25 Nîsan
12:36 2015

AMED (DÎHA) - Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê saziyên ked û gelê bajarên Sêrt, Şirnex, Amed, Mêrdîn û Êlihê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê vexwend şahiya ku li Êlihê were lidarxistin.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê saziyên ked û gelê bajarên Sêrt, Şirnex, Amed, Mêrdîn û Batmanê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulan roja kedkarên cîhanê vexwend şahiya ku li Êlihê were li darxistin. Daxuyanî li avahiya Tarım Orkam-Senê hat dayîn. Endam û rêveberên Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê KESK'ê Cemîl Akay ve hat xwendin. Akay diyar kir ku ew ê roja 1'ê Gulanê bi şîara "Demkorasî, azadî, wekhevî û aştiyê" pîroz bikin û wiha got: "Divê em di vê dema ku keda mirovan tê xwarin, jiyana bêewlehî û parvekirina bêdadî gihiştiye asta herî bilind de divê em 1'ê Gulanê bi coş pîroz bikin." Akay destnîşan kir ku cînayetên kar ên ku her roj bi destê hikûmeta ku pergala kapîtalîst dimeşîne tên kirin nîşan dide ku hêj komkujiyên wek Soma û Ermenekê berdewam dikin. Akay da zanîn ku di danezanên partiyên siyasî de diyar dibe ku wê siyasetmendar di koşkan de bijîn û kedkar jî bi jiyana bêewlehî re rû bi rû bimînin.

Akay diyar kir ku polîtîkayên li ser kedkaran tê meşandin kedkaran neçarî koçberiyê dikin û wiha pê de çû: "Ji bo li dijî hemû polîtîkayên ku kedkaran koçber dike, tekoşîna kedkaran asteng dike, kedkaran dikuje, kujerên kedkaran bê sûc dibîne, keda kedkaran dixwe û hemû mafên kedkaran ji dest digire re bêjin na, em gelê xwe vedixwînin pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Êlihê."

(kom/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN