DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ji hemleya 'Xwedî Derkeve' ber bi federasyona ciwanan

 
22 Nîsan
09:07 2015

MEHMET SIDDIK DAMAR

RIHA (DÎHA)
- Êdî ciwanên kurd di bin sîwana Federasyona Ciwanên a Demokratîk (DEM-GENÇ) kom bibin û xebatên xwe gav bi gav pêş bixin. Ciwanên Rihayê hemleya "Xwedî Derkeve" nirxandin û gotin ku dê li hemû deverên Kurdistanê çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanê bi navê Îlîmdar Karataş da zanîn ku pergala kapîtalîst û mêtingera her derên Kurdîstanê zirarê dide xwezayê, civakê û xirab dike.

Hemleya "Xwedî derkeve" ya bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP'ê bi dirûşmeya "Li ax, av, xweza, ziman, nasname û çanda xwe xwedî derkeve" ya bi çalakiyên cur bi cur hat bû destpêkirin. Ciwanên kurd di roja 4'ê nîsanê hemleya "Xwedî derkeve" aşkere kiribûn. Ciwanan di 11'ê nîsanê jî ji navçeya Pirsûsê ber bi Sînorê Kobanê ve meşiyan û çalakiya ji bo talana xwezayê, HES'ê û xwedî derketina erdnigariya xwe dabû destpêkirin. Ciwanên Rihayê hemleya destpêkirin nirxandin û gotin ku dê li hemû deverên Kurdistanê çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanê bi navê Îlîmdar Karataş da zanîn ku pergala kapîtalîst û mêtingera her derên Kurdîstanê zirarê dide xwezayê, civakê û xera dike.

'Azadî bûna Serok rizgariya xwezaya Kurdîstanêye jî'

Karataş destnîşan kir ku divê hemû ciwanên Kurdîstanê li ziman, ax, av, xweza, nasname, erdnigarî, çand û hunera xwe xwedî derkevin û wiha axivî: "Berî her tiştî divê em di serîde li Serokê xwe xwedî derbikevin. Xwediyê vê projeya Birêz Abdullah Ocalan e. Divê em li serokê xwe xwedî derkevin. Em ciwanên kurd tu carî serokê tenê nahêlin. Azadiya serok azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya Serok ronîbûna hemû gelên bin dest e. Azadiya Serok rizgariya xwezaya Kurdîstanêye."

'Em ê li hemberî dagirker û mêtingeran her tim têbikoşin'

Karataş got ku êdî ciwanên kurd di bin sîwana Federasyona Ciwanên a Demokratîk (DEM-GENÇ) kom bibin û xebatên xwe gav bi gav pêş bixin. Karataş bi lêv kir ku li ser axa Kurdîstanê gelek polîtîkayên qirêj tên lîstin û wiha domand: "Dewlet bi polîtîkayên xweyi qirêj hewl dide ku ciwanên kurd ji xwe dûr bixe û hemû nirxên mirovahiyê tune bike. Li ser ciwan û erdnigariya Kurdistanê ji hêla dewletê û hikûmetê lîstikên qirêj wek pişaftinê, çilvirandinê, tîryakiyê, fuhûş û sîxirtiyê tên kirin. Em jî ciwanên kurd her tim li hemberî van lîstikên qirêj disekinin û her tim li hemberî vana em ê têbikoşin. Ji ber vê yekê em jî wek ciwanên kurd dê bin meclîsa DEM-GENÇ'ê bi rêxistin bibin û em ê li hemberî dagirkeran û mêtingeran hertim têbikoşin."

'Bi Rêbertiya Serok Apo em ê bigihêjin armanca xwe'

Ciwanê bi navê Dogan Ograş jî bal kişand ser meşa li Pirsûsê ser sînorê Kobanê destpêkiri bûn û rasti astengî û êrîşa cendirmeyan bi bîrxist û wiha axivî: "Dema em ciwanên kurd di çarçoveya hamleya "Xwedî Derkeve" xwestin ji Pirsûsê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve meşê li dar bixin polîsan em asteng kirin. Polîsan ciwan ji bo kontrola GBT'ê ji wesayîtan derxistin û Kovarên Yurtsever Gençlik, alên me û posterên Ocalan destser kirin. Polîsan kovar avêtin erdê û pêl kovar û alên me kirin û heqaret li ciwanan kir. Pitşve em ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bi meşiyan vê carê jî leşkeran êrîşî me kir. Ligel êrîşê polîsan û leşkeran em ciwan nehatin provakasyonê. Em dibêjin ku ligel hemû provakasyona û lîstikên qirêj em ê hemla xwe heta dawiyê bidomînin û bi Rêbertiya Serok Apo em ê bigihêjin armanca xwe."

(msd/ça)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN