DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Hamle heya bigihîje armanca xwe dê bidome

 
21 Nîsan
10:33 2015

AMED (DÎHA) - Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBP'ê Şahîn Dundar di der barê hemleya "Xwedî Derkeve" ya li dijî polîtîkayên dewletê yên talankirina xwezaya Kurdistanê û dejenerekirina ciwanan de dane destpêkirin axivî û diyar kir ku pêngava wan daye destpêkirin heta bigihîje armanca xwe dê bidome.

Hemleya "Xwedî derkeve" ya di 4'ê nîsana 2015'an de hat destpêkirin berdewama pêngavên rêxistinên ciwanan ên Kurdistanê ku di navbera salên 2009 û 2011'an de li dijî polîtîkayên dewletê yên dagirkerî û dejenerekirina ciwanan dabû destpêkirin e. Bi heman armancê di sala 2009'an de pêngava "Êdî bes e" û di sala 2011'an de jî pêngava "Metînkariyê nejî û nede jiyîn" ji aliyê rêxistinên ciwanên Kurdistanê ve hatibûn destpêkirin.

Hemleya "Xwedî derkeve" ya bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP'ê bi dirûşmeya "Li ax, av, xweza, ziman, nasname û çanda xwe xwedî derkeve" ya bi çalakiyên cur bi cur hat destpêkirin di 13'ê nîsanê de rastî astengiya polîsan hat. Ligel polîsan konê çalakiyê rakir û dest da ser pankart û dowîzên dîsa ciwanan 3 rojan çalakiya berdewam kir. Lê ji bo pêşî li tu provokasyonan venekin, ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.

Endamê Meclîsa Ciwanan Şahîn Dundar hemleya dan destpêkirin nirxand û diyar kir ku dê li seranserê Kurdistanê çalakiyên xwe bidomînin.

'Me hemle li dijî polîtîkayên qirêj ên dewletê da destpêkirin'

Dundar da zanîn ku ji ber polîtîkayên qirêj ên dewletê ciwan ji xwe û nirxên xwe dûr dikevin, ji aliyê polîtîk ve jî pasîfîze dibin û wiha axivî: "Ji ber van polîtîkayên qirêj me dît ku ciwan ji cewhera xwe dûr dikevin û wek xwe najîn. Ciwan encax bi awayê polîtîk dikare xwedî li mafê xwe derbikeve û bêtir li ser xîmê xwe bijî. Me bi vê baweriyê hemleya 'Xwedî derkeve' da destpêkirin."

Dundar derbirî kir ku ji bo dewlet bi hêsanî polîtîkayên xwe bimeşîne hewl dide ciwanên bêhest biafirîne û hemû nirxên mirovahiyê tune bike û wiha got: "Li ser vî bingehê gelek armancên dewletê hene. Ên ku li vê erdnîgariyê dijîn em in. Lê em mêze dikin ji bilî me her kes xwediyê gotinê ye. Ji ber wê yekê me jî got ku ger li virê bi rastî gotinek bê gotin divê ew gotinê ji aliyê ciwanên kurd ve bê digotin."

'Heta em encamê digirin dê hemleya me bidome'

Dundar anî ziman ku gel bi baldarî xwedî li hemleyê derdiekeve û bertekên erênî digirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hemleya me ne ji bo mehek û du mehan e. Heta em polîtîkayên dewletê vala derdixin em dê têbikoşin. Em bi vê hemleyê li pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî derdikevin û ji bo pêvajo li ser xîmekî erenî bimeşe em dê tevdigerin. Dewlet çiqas bixwaze pêvajoyê bixitîmîne jî em dê li hemberî vê yêk rawestin û neyên lîstikên wan. Bi vê hemleya me dest pê kiriye em ê li dijî zext û pêkûtiyên dewletê li ber xwe bidin û daxwaz û xwestekên xwe bi riyên aştiyane biqêrin."

(dd/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN