DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

'Dê tekoşîna me berdewam bike'

 
20 Nîsan
14:30 2015

ENQERE (DÎHA) - Mamosteyên ku nehatine peywirdarkirin ên ji 81 bajaran hatin Enqereyê diyar kirin ku heta daxwazên wan bi cih were ew ê çalakiya xwe bidomînin

Platforma ku ji mamosteyên nehatine peywirdarkirin hatiye avakirin ji bo daxwazên wan bi cih were 81 bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin Enqereyê û li ber avahiya Wezareta Perwerdehiya Millî (MEB) hatin cem hev. Mamosteyên ku li ber avahiya MEB'ê hatin cem hev pankarta "Bila di meha nîsanê de 40 hezar mamoste bên peywirdarkirin" vekirin û dirûşmên "Tirkiye ranezê li mamosteyên xwe xwedî derkeve" û "Em koletiya bi pere naxwazin" berz kirin. Li ser navê mamosteyan, mamosteyê wêjeyê Alî Kerkez daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li ser navê 330 hezar mamoste hatine Enqereyê û wiha berdewam kir: "Em li dijî ev astengiya ku ji bo mamosteyan hatiye derxistin ji holê rakin li vir in. Ji bo ku daxwazê me bi cih were bila di nîsanê de 40 hezar mamoste bên peywirdarkirin."

Kerkez anî ziman gava ku di 12'ê adarê de ew bi hezaran hatibûn Enqereyê bi rayedarên dewletê re axivîbûn û got ku soza wê demê dabû wan bi cih neanîn. Kerkez anî ziman ku ew ê heta bi ser bikevin têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Heta daxwazên me bi cih werin em ê li Enqereyê bin û çalakiya xwe bidomînin. Heke bi van çalakiyan dengê me nebihîzin wê demê em ê dest bi greva birçîbûnê bikin."

Piştî daxuyaniyê nûnerên ji 81 bajaran hatibûn 100 hezar îmzeyên ku komkirine bidin Serokwezîr Ahmet Davutoglu di bin çevdêriya polîsan de çûn avahiya serokwezîriyê.

(fb/wk)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN