DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Yuksek: AKP ji ber, ji hêzê jiyana nû ditirse provokasyona pêk tîne

 
19 Nîsan
22:22 2015

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek di konsera ciwanan de axivî û anî ziman ku AKP ji ber, ji hêzê jiyana nû ditirse provakasyona pêk tînê, divê kes neyin provakosyona û wiha got: "Em ê di 7 hezirane de ser bikevin."

DEMYOM, DODEF, DGK YOM, Meclisa Ciwanên DBP û Meclisa Jinên Ciwan a DBP'ê bi şiara "Ciwanên rêzistinkirî mezin dibin, ber bi şoreşe ve diçin" li Qada Halkpazari ya Bakirkoyê bi tevlibûna sedan kesan konser li dar xistin. Pankartên "Ji bo zarokan Tolhildan", "Ji bo ronahiye bi Şerzana Hesap bipirsin", "Sara Rojbîn, Ronahî, jin jiyan azadî" û weneyên Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Konser bi rêzgirtinê dest pê kir û sirûda Çarxa Şoreşê hat xwendin.

Axaftina vekirinê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Medya Altan kir û diyar kir ku wan li dijî pişaftin û hişbirê hamleya Edî bese danê dest pêkirin. Altan anî ziman ku divê ciwan xwedî li ax, av û enerjiya xwe derbikevin û wiha berdewam kir: "Dê ciwan li dijî pişaftin, hişbir û sîxurtiyê xwedî li çanda xwe derbikevin. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê, li Rojava, Şengal û Kobanê xwedî derbikevin." Altan her wiha bang li gel û ciwanan kir ku li cem hamlayan 'Êdî bese' cih bigirin.
'Divê em biçin meclisê'
Namzedên HDP'ê yên Stenbolê Halîme Yavuz, Mehmet Şerîf Oner, Şerîfe Erbay û Hulya Bayram gel slav kir. Piştî slavkirina namzedan namzeda HDP'ê ya Stenbolê Şerîfe Erbay axivî û diyar kir ku ew hêzan xwe ji Şoreşa Rojava, ji Geziye û 68'an digirin û wiha berdewam kir: "Em li Kurdistan, Tirkiye û li Rojhilata Navin têdikoşin. Em ji bo dengê we bilind bikin divê em êv biçin meclise."
'Êdî ruhekî nû heye'
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksel jî di konaserê de axaftinek kir û wiha got: "Ji bo jiyaneke nû avabibe bawerî pewîste. Ez kesên ku ji bo vê jiyana nû derketine û kesên ku li Rojava li berxwe didin slav dikim." Yuksek anî ziman ku ciwanên Kurdistan û yên li Tirkiyeyê yê şoreşger dê azadî, wekhevî û edelatê bînin axa ku lê dijîn û wiha direjî da axaftina xwe: "Ji bo vê jiyana nû kesên ku jiyana xwe ji dest dan û ketin zindanan çebûn. Lê têkoşîna ciwana ev heviya jiyana nû ji nû ve afirand. Têkoşîna Kurdisatanê bi têkoşîna Tirkiyeyê re dibê yek êdî ruhekî nû heye. Me mînaka vî ruhî li Kobanê dît."
AKP ji tirsan nikare rakeve
Yuksek derbirî ku Şoraşa Kobanê şoreşeke enternasyonale û ev tişt li gotinên xwe zede kir: "Erdogan û AKP piştgirî dan DAIŞ'ê. Erdogan bi AKP'ê ji bo Kobanê bikeve çi ji destê wî hat kir. Divê ev qed neye jibîrkirin." Yuksek bilev kir ku li Kobanê jiyaneke azad ava dibê ev ruhê Kobanê yê ciwantî li hemû deran belav bibe û wiha pê de çû: "Ev ruhe Kobanê dê li vir di hilbijartine de jî serbikeve. AKP ji bo Kobanê bikeve gelek hîle û fitne pêk anîn lê bi ser neket. Em ê di 7'ê hezîranê de careke din AKP'ê têkbibin. AKP ji ber vê tirsê nikare rakeve."
Yuksek li ser provokasyanên li ser HDP'ê jî rawestiya û diyarkir ku AKP ji bo di hilbijartinê de HDP bi ser nekeve li hemû qadan êrîşî HDP'ê dike û axaftina xwe wiha domand: "Erdogan naxwaze li Tirkiyeyê aştiyek çebibê. Em ê li Kurdistan û li Tirkiyeyê werin desthilatdariyê ji ber vê jî Erdogan ditirse. Hikûmeta AKP'ê êdî nabe bersiva gelan. AKP ji ber, ji têkçûna xwe ditirse li her derê provokasyona pêk tînê. Divê em neyîn van provokasyona."

Piştî axaftinan hunermend Comert, Zelal Gokçe û Koma derketin ser dikê û girse stran gotin.

(kom/zb)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN