DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Konferansa Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Çewlîkê dest pê kir

 
19 Nîsan
13:19 2015

ÇEWLÎK (DÎHA) - Konferansa Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Çewlîkê ya berî Konferansa Ciwanan a li Amedê ya bajar dest pê kir.

Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Çewlîkê berî konferansa ciwanan a li Amedê ya dê di 26'ê nîsanê de pêk bê "Konferansa Bajar" li Salona Dehwetê ya Ozlem li dar dixin û konferansê dest pê kir. Di salona konferansê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê, wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û wêneyên kesên bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Bi sedan ciwan tevlî konferansê bûn û li salona konferansê standên pirtûk û kovaran hatin danîn. Rêveberên HDP û DBP'ê, namzetên HDP'ê yên bajar Hîşyar Ozsoy, Serhat Gumuş û Sevgî Oruç tevlî konferansê bûn. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re diwan hat hilbijartin û bi axaftinan berdewam dike.

'Dixwazin HDP'ê bikşînin nava pevçûnan'

Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Hîşyar Ozsoy balkişand ser têkoşîna ciwanan a aszadiyê û diyar kir ku ku dixwazin HDP'ê bikşînin nava pevçûnan. Ozsoy anî ziman ku bi vê yêkê dixwazin tevgera siyasî ya kurd marjînal bikin.

Piştî axaftinan sînevîzyona hat pêşandan. Di sînevîzyonê de axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanên di demên cuda de li ser ciwanan nirxandin kirin bi baldarî hat temaşekirin. Konferansa ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN