DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Stenbolê konsera ciwanan

 
17 Nîsan
14:35 2015

STENBOL (DÎHA) - Rêxistinên ciwanan bi dirûşmeya "Ciwanên rêxistinkirî beri bi şoreşê ve dimeşin" dê di 19'ê nîsanê de li navçeya Bakirkoy a Stenbolê konserekê li dar dixin.

DODEF, DEMYOM, DGK-YOM, Meclîsa Ciwanên DBP'ê û Meclîsa Jinên DBP'ê bi hev re bi dirûşmeya "Ciwanên rêxistinkirî ber bi şoreşê ve dimeşin" dê di 19'ê nîsanê de li Halk Pazari ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê konserekê li dar bixin. Hunermend Hozan Comert, Koma Hîvron, Zelal Gokçe, Îdrîs Demîr, Grup İsyan Ateşî û wekî axaftvan jî dê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Wekîla HDP'ê ya Êlîhê Ayla Akat Ata dê tevlî konserê bibin.

Endamê Meclîsa Ciwanên DBP'ê Umît Ozkan banga tevlîbûnê konser kir. Ozkan anî ziman ku dê konser di 19'ê nîsanê de saet di 17:00'an de dest pê bike û wiha axivî: Konser di çarçoveya pêngava kampanyaya 'Xwedî derkeve' ya ji aliyê rêxistinên ciwanên demokratik daye destpêkirin de tê lidarxistin. Ciwan çawa li xweza û jîngeha xwe xwedî derdikeve dê li çanda xwe jî xwedî derdikeve. Ev konser di heman demê de destpêka xebatên hilbijartinê yên HDP'ê be. Em hemû gelê xwe vexwendî konserê."

(dd/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN