DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanan çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kir

 
16 Nîsan
16:36 2015

MÊRDÎN (DÎHA) - Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Mêrdîn û Êlih di 13'ê nîsanê de li hemberî bendav û talana xwezayê çalakî dabûn destpêkirin û bi hinceta "Ji provokasyonan zemîn nedin" dawî ji çalakiya xwe anîn.

Meclîsa Ciwanan a DBP'ê di çarçoveya hamleya "Xwedî derkeve" di 13'ê nîsanê de ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li hemberî talana xwezayê û HES'an çalakî dan destpêkirin û ligel hemû astengiyên polîsan 3 rojan berdewam kir. Ciwanan di daxuyaniya dayîn de ji diyar kirin ku ji bo ji çalakiyên provokasyonan re zemînê pêk neynin dawî li çalakiya xwe tînin.

Ciwan li ber avahiya DBP'ê ya Kerboranê hatin cem hev û bi pankartê "Av, ax û enerjiya xwe kombûn bikin û jiyana demokratîk înşa bikin" û "Xwedî li av, ax, enerjî, kolan û dîroka xwe derbikeve" dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Av ax azadî" û "Bê xweza jîyan nabe" hatin berzkirin. Ciwanan li ser riya Bendava Ilisu daxuyanî dan çapemeniyê.

'Hikûmet li pey provokasyonan e'

Li ser navê ciwanan Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Yasîn Turan daxuyanî xwend û diyar kir ku konê vedan ji aliyê polîsan ve hate hilweşandin û hikûmet ji bo pêvajoyê xirab bike di nava hewildanên provokatîf de ye. Turan anî ziman ku dixwazin çalakiya wan sabote bikin û provokasyona Agiriyê bi bîrxist. Turan da zanîn ku dê têkoşîna wan a li hemberî talan xweza, bendav û HES'an bidome. Turan bilêv kir ku ew çalakiya xwe ji bo tu zemînê ji provokasyonan re nehêlin bi dawî dikin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN