Heke polîs dersa felsefeyê bide zaza jî nabin kurd!
AMED (DÎHA) - Ligel ku li navçeyên Hezro û Hênê mamoste li benda bên tayînkirinin polîs dersên felsefe û îngîlîzî didin. Hat îdiakirin ku polîsê dersê dide ji xwendekaran re gotiye ku welatiyên bi dimilî (zaza) diaxivin ne kurd in.
Şaxa Egîtîm Sena Amedê der barê pirsgirêkên li navçeyên Hezro û Hênê yên Amedê tên jiyîn li avahiya sendîqayê daxuyanî da çapemeniyê. Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê Samet Zorlu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku îktîdara ku "Sendîqaya hevkar" ava kiriye mafên kedkaran binpê dike û got ku bi vê sendîqayê li pişt deriyan mamosteyan tayîn dikin. Zorlu da zanîn ku mînaka vê yekê li navçeyên Amedê derketiye holê û wiha axivî: "Rêveberê Egîtîm Bîr Senê giliyê Midûrê Mala Mamosteyan a Hezroyê û endamê sendîqaya me Senan Dolan li Enqereyê kiriye. Di encama vê giliyê de Dolan ji peywirê hat girtin. Aliyê vê yê mirov matmayî dihêle haya Midûrê Perwerdehiya Neteweyî û Qeymeqmê navçeyê ji vê biryarê çênebûye."
Polîs dersê dide
Zorlu anî ziman ku li navçeya Hênê polîs li lîseyê dersên felsefe û îngîlîzî dide û wiha pê de çû: "Li hemberî ev pergala perwerdehiyê ya riziyaye têkoşîna me dê bidome. Ligel ku li navçeyê mamosteyên dersê bidin heye jî nayên tayînkirin û li şûna wan polîs dersê didin. Polîs li navçeya ku welatiyên dimilê lê zêde ne di dersê de ji xwendekaran re dibêje Zaza ne kurd in û ji nîjadek din e. Bi vê yekê feraseta xwe radixe ber çavan."
(wk)