HDK: 1'ê Gulanê em ê bi karkeran re li qadan bin
STENBOL (DÎHA) - Berdevkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu bernama 1'ê Gulanê bi civîna çapemeniyê aşkera kirin. Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu da zanîn dê li pey biryara sendîka û odeyên meslekî bin û anî ziman ku dê di roja 1'ê Gulanê de ligel karkeran li qada Taksîmê bin. Tuncel jî diyar kir ku di roja 1'ê Gulanê de tevahî heftiyê wê bi hemû hevbirên Tirkiyê re li qadan bin.
Berdevkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu bernama 1'ê Gulanê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê aşkera kirin. Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu di civînê de axivî û diyr kir ku di sê salên dawî de qada Taksîmê ji bo karkeran tê qedexekirin. Kurkçu anî ziman ne tenê roja 1'ê Gulanê dê herdem li qadan bi karkeran re bin. Kurkçu bilêv kir ku qedexe kirina qada Taksîmê weke pêkenokan e û wiha got:"Qada Taksîmê ji bo me gelek giringe. Ji ber ku bi têkoşîna xwe navê xwe daye nasîn. Armanca hikûmetê û Erdogan ew e ku qada Taksîmê ji hişê şoreşgeran bibe. Divê qada Taksîmê nebe qişle. Divê qad ji bo karkeran re vekirîbe. Ji ber ku qada Taksîmê qada têkoşîn û gelane."
'Qada Taksîmê ji bo karkeran dîrok e'
Piştî Kurkçu. Berdevka HDK'ê Sebahat Tuncel axivî û kesên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bibîranîn û Cejana êzidiyan ya Çarşema Sor pîroz kir. Tuncel da zanîn ku despêka avakirina HDK'ê bingeha herî sereke azadiya kedê bûye û ji ber vê jî ew wek HDK'ê di roja 1'ê Gulanê de tevahî heftiyê wê bi hemû hevbirên Tirkiyê re li qadan bin. Tuncel bal kişand li ser polîtîkayên Taşerontiyê û got ku ew dê li pey daxwazên karkeran ya ku li dijî Taşerontiyê bibin. Tuncel der barê qedexe kirina qada Taksîmê û wateya qada Taksîmê jî axîvî û wiha got: " Qada Taksîmê ne tenê qadeke. Qada Taksîmê ji bo karkeran dîrok e." Tuncel di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Navxweyî û Walîtiyê kir û got ku werin em bi hevre roja 1'ê Gulanê bi şahiyekê pîroz bikin.
Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan dawî bû.
(çk-nvt/oî)