'Karker dê di roja 1'ê Gulanê de wêneyê jiyana nû xêz bikin'
STENBOL (DÎHA) - Karkerên BEDAŞ'ê, BYUAŞ'ê, Maltepeyê û Tersaneya Tuzlayê ya ku li Stenbolê li ber xwe didin û di grevê de ne bi kelecaneke mezin li benda cejna 1'ê Gulanê ne. Serokê Sendîkaya Limter-Îş'ê Kanber Saygili anî ziman ku karker dê di roja 1'ê Gulanê de wêneyê jiyana nû xêz bikin û piştî 7'ê Hezîranê jî dê di avakirina jîyana nû de cihê xwe bigirin.
Karkerên BEDAŞ'ê, BYUAŞ'ê, Maltepeyê û ya Tersaneya Tuzlayê ya ku li Stenbolê berxwe didin û di grevê dene, bi kelecaneke mezin li benda cejna 1'ê Gulanê ne. Karkeran diyar kir ku roja 1'ê Gulanê ji bo wan rojeke pîroz û watedar e û li dijî qedexekirina Qada Taksîmê jî biryara karkeran ew e ku roja 1'ê Gulanê bi girseyî biherikin Qada Taksîmê. Me wekî DÎHA wateya 1'ê Gulanê ji karkerên ku li ber xwe didin pirsî, Serokê Sendîkaya Limter-Îş'ê Kanber Saygili anî ziman ku karker dê di roja 1'ê Gulanê de wêneyê jiyana nû xêz bikin û piştî 7'ê Hezîranê jî dê di avakirina wê jîyana nû de cihê xwe bigirin.
'Emê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê wêneya jiyana nû xêz bikin'
Li ser navê karkerên Tersaneya Tuzlayê ya ku 12 roj in li ber xwe didin Serokê Sendîkaya Lîmter-Îş'a girêdayî DÎSK'ê Kanber Saygili û karkerê bi navê Eyup Ayan axivîn. Saygili dîyar kir ku roja 1'ê Gulanê ji bo karkeran rojeke watedar e û pîrozkirina cejna 1'ê Gulanê jî li dijî deshilatdarî û neheqiyê serîrakirin e û wiha axivî: "Li dijî deshilatdarî û neheqiyê karkerên xwedî bîr û baweriyên cur be cur vê rojê serî radikin." Saygili da zanîn ku 1'ê Gulana îsal dê li Qada Taksimê piroz bikin û axaftina xwe wiha domand: "Em ê di roja 1'ê Gulanê de li Qada Taksîmê wêneyê jiyana nû xêz bikin û piştî 7'ê Hezîranê jî dê di avakirina wê jîyana nû de cihê xwe bigirin." Piştî Saygili Karkerê bi navê Eyup Ayan jî axivî û bang li hemû karkeran kir û wiha got: "Werin em bi hev re Qada Taksîmê cejna xwe pîroz bikin û têkoşîna xwe li dijî deshilatdarî û neheqiyê bilind bikin."
'Em roja 1'ê Gulanê li benda karkeranin'
Li ser navê karkerên BEDAŞ'ê ya ku çar demsal in li ber xwe didin karkerên bi navê Alîcan Albayrak û Recep Garîpgazîoglu axivîn. Albayrak da zanîn ku roja 1'ê Gulanê dê li Taksîmê bin û wiha bang li hemû konfederasyon û karkeran kir: "Em roja 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê li benda wen e." Karkerê bi navê Recep Garîpgazîoglu jî axivî û dîyar kir ku ew 244 roj in li Taksîmê li ber xwe didin û wiha got: "Em 244 rojin li Taksîmê berxwe didin ji ber vê jî wateya 1'ê Gulanê ji bo me zêdetir e. Em li Qada Taksîmê li benda hemû karkeran in."
'1ê Gulanê bi berdêlên mezin bûye cejn'
Li ser navê Karkerên Şaredariya Bakirkoyê yên ku ji kar hatine derxistin Karkerên bi navê Atilla Şen û Aynur Kaya jî axivîn. Şen got ku ked nirxekî pîroz e û heya dawiyê dê vî nirxî biparêzin û wiha axivî: "Em dê ked û têkoşîna xwe di roja 1'ê Gulanê de taç bikin." Şen li ser qedexekirina Qada Taksîmê jî axivî û wiha got: "Kes nikare Qada Taksîme qedexe bike. Ji ber ku roja 1'ê Gulanê bi berdêlên mezin bûye cejn em ê roja 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê bin û 1'ê Gulanê mafê me ye." Kaya jî aşkera kir ku dê roja 1'ê Gulanê şahiyekê li qada ku li ber xwe didin li dar bixin û bi girseyi derbasî Qada Taksîmê bibin.
'1'ê Gulanê ji bo karkeran rojeke bi rûmet e'
Li ser navê karkerên Nexweşxaneya Maltepe yên ku 127 roj in li ber xwe didin jinên karker Nilüfer Akkaya û Ummuhan Taş axivîn. Akkaya diyar kir ku dayika 2 zarokan e û 127 roj in li gel 98 hevalên xwe li berxwe dide û wiha got: "Ez wek jineke berxwedêr bawer dikim ku ew têkoşîna ku jin di nav de hertim bi ser dikeve û ji ber vê yeke jî di destpêkê de bang li hemû jinên karker dikim û dibêjim werin di roja 1'ê Gulanê de em li Taksîmê bin." Piştî Akkaya Taş jî axîvî û bang li jinan kir û li dijî hemû deshilatdarîya jin serê xwe netewînin û li ber xwe bidin. Taş, da zanîn ku 1'ê Gulanê jî bo karkeran rojeke birûmet e û dê roja 1'ê Gulanê li qada Taksîmê bin."
(nvt/mae)