Beko: Ji bo aştiyê divê HDP li meclîsê be
ERDOGAN ALAYUMAT
MÊRSÎN (DÎHA) - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku bi pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiya çareser bibe divê HDP li meclîsê be û ji bo HDP bendavê derbas bike divê hemû kes piştgiriyê bide û wiha got: "Divê tu karker û sendîka deng nedin hikûmeta heye."
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku divê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de karker deng bidin partiya alîgiriya ked, aştî û demokrasiyê dike û dihilbijartinê de deng nadin AKP'ê. Beko anî ziman ku ew destûrê nadin HDP di bin bendavê de bimîne û wiha got: "Pirsgirêka kurd teqez bi îsyan û înkarê na bi riyên aştiyane û demokratîk divê bê çareserkriin û ji bo vê yêkê jî divê wekîlên bibin dengê wan li meclîsê bin." Beko da zanîn ku divê hemû kesên aştî, demokrasiyê dixwazin piştgiriyê bidin HDP'ê û ew destûr nadin HDP di bin bendavê bimîne.
'Ji bo pêşveçûna xirab a welat divê DÎSK mudaxîlê hilbijartinê bibe'
Beko da zanîn ku divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û wiha got: "Di nav de CHP jî heyî divê hemû hêzên demokrasî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşînê bike. DÎSK konfederasyona hemû kesên dewleta hiqûq dixwazin e. Beko bilêv kir ku DÎSK ji bo pêşveçûna xirab a welat bide rawestandin dê mudaxîlê hilbijartinan bibe.
'Li Tirkiyeyê bi mîlyonan mirov birçî ne'
Beko destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nêzî 6 mîlyon betal hene û her şev nêzî 2 mîlyon kes birçî radikeve. Beko diyar kir ku ew dê deng bidin partiya alîgiriya wekhevî, demokrasî, mafên mirovan, aştiyan, biratiyê, mafên sendîkal û azadiyê. Beko anî ziman ku hewcehiya Tirkiyeyê bi paketa ewlehiyê tuneye hewceî bi elekariya kar heye. Beko da zanîn ku di serdema hikûmeta AKP'ê de nêzî 15 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dan û zêdehî 20 hezar kar jî seqet man e.
(bd)