DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Rûniştina Somayê bi protestoyê dest pê kir

 
13 Nîsan
11:34 2015

MANÎSA (DÎHA) - Yekemîn rûniştina doza karaseta 301 madenvanan jiyana xwe ji dest da ya Somayê bi tevlîbûna malbatên madenvan, 37 bersûcên negirtî tên darizandin û sedan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dest pê kir. Piştî tesbîta nasnameyan malbatên xwestin li salona dadgehê bi bersûcan re rû bi rû bên heyeta dadgehê protesto kirin. Serokê heyetê navbera da rûniştinê û salon terk kir û bertekên malbatan berdewam dikin.

Piştî li navçeya Soma ya Manîsanê di kanaya komurê de 301 madenvanan jiyana xwe ji dest dan rûniştina doza derbarê 45 kesên jê 8 kes girtî ya hate vekirin li Dadgeha Cezayên Giran a Akhîsarê dest pê kir. Navenda Çandê ya Bulent Cîgeroglu ji bo salona rûniştinê amade kir û malbatên madenvanan piştî lêgerînê ketin salonê. Malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin û tîşortên "Me 301 madenvan jibîrnekirin û em ji bîrnakin" li xwe kirin û tevlî rûnşitinê bûn. Di rûniştinê de 37 bersûcên bêyî girtî tên darizandin amade bûn û 8 kesên girtî jî dê li girtîgeha lê dimînin bi dîmen îfadeyan bidin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hevberdevkên Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî ODP'ê Alper Taş, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Hevserokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Baroya Manîsayê Alî Arslan, parêzerên ÇHD'ê yên Îzmîr û Manîsayê û gelek nûnerên sivîl ên civakî tevlî rûniştinê bûn.

Piştî tesbîta nasnameyan rûniştinê dest pê kir. Malbata piştî tesbîta nasnameyan bertek nîşanî Serokê Dadgehê Aytaç Balli yê ku got, "Tesbîta nasnameyan xilas bû" da û got, "Qatîl li kuderê ne? Em qatilan dixwazin. Qatilan bînin vir em darizandina edlî dixwazin. 8 kesên girtî bînin vir. Em daxwazin berê xwe bidin rûyê qatilan. Em dixwazin hesabê bipirsin." Li ser vê yêkê kesên di salona dadgehê de rabûn serpiyan û dadgeh şermezar kirin.

Serokê Dadgehê navber da rûnşitinê û malbatan di salona dadgehê de gotin, "Hûn kê diparêzin? Me malbatên xwe windakirin. Hûn li vir çawa darizandinê dikin." Bertekên malbatan berdewam dikin. Piştî rageşiyê polîsên hilgirtin salonê careke din ji aliyê dadgehê ve derxistin derve û vê carê jî malbatan got, "Şuna hûn polîsan bînin vir qatilan bînin vir. Em polîsan na qatilan dixwazin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN