Êrîşa li ser ajokerên şaredariyê hat şermezarkirin
ELIH (DÎHA) - Şaxa Genel Îşê êrîşa li ser ajokarê otobusa şaredariyê Ahmet Budak şermezar kir.
Şaxa Genel Îşê ya girêdayî DÎSK'a Êlihê ji bo ajokarê otobusa şaredariyê Ahmet Budak ku duh ji aliyê ajokerên mobîlê ve rastî êrîşê hat û bi giranî birîndar bû daxuyanî dan û êrîşkar şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Nûner û rêveberên rêxistina DBP, HDP, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr endamên sendikaya Gelen Îşê û gelek xebatkar di daxuyaniyê de amade bûn. Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr di daxuyaniyê de diyar kir ku tu carî êrîşên bi vî rengî nayê qebûlkirin.
Hevseroka Sendikaya Genel Îşê ya Êlihê Narîn Erol diyar kir ku ajokerên şaredariyê her tim rastî êrîşan tên, lê xebatkarên me tu carî serî li ber êrîşan danaynin û heya dawiyê dê ji bo gelê xizmetê bikin. Erol got ku heya rê li hemberî van êrîşan neyê girtin dê hevalên me parastina xwe ya cewherî bikin û wiha axivî: "Sedema van êrîşên hov tev siyasî ne. Ajokerên mobîlê naxwazin ku xebatkarên me ji bo gel xizmetê bikin û rê li wan digirin. Bila baş bê zanin ku ev êrîş tu carî rê li ber xizmeta me nagire û dê heya dawiyê xebatkarên me li ser karên xwe bin."
Daxuyanî bi lêdana çapikan bi dawî bûn.
(ho/wk)