DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Hevsel ji Neolotîkê heta niha çavkaniya debarê ye

 
30 Mijdar
00:00 -0001

AMED (DÎHA) - Baxçeyên Hevselê yên ku bajarê Amedê têr dikin kevneşopiya çandiniya serdema Neolotîk dide berdewam kirin. Welatiyê bi navê Ekrem Yazar 43 sal in kedê di ber Baxçeyên Hevselê de dide û debara malbata xwe bi çandiniyê dike û diyar kir ku keda wan kedek helal e, keda helal zehmet e lê xweş e.

Baxçeyên Hevselê yên ku li herêma Deriyê Mêrdînê ya Amedê cih digire bi bedewiya xwe 8 hezar sal in bajarê Amedê dixemilîne. Firehiya Baxçeyên Hevselê 700 hektar e. Çemê Dîcleyê wek şeklê maran Baxçeyên Hevselê dike dû beş. Li jora Baxçeyan Surên Amedê û li jêra wê jî Pira 10 derî bedewiyek bêhempa dide Amedê. Hezaran sal in Baxçeyên Hevselê bi hezaran sal in gelê Amedê têr dike û dide jiyîn. Di heman demê de Baxçeyên Hevselê bûye sedemê ku çanda çandiniya Neolotîk li Amedê tûne nebe û têkiliya mirov û axê dide berdewam kirin. Baxçeyên Hevselê bi bedewî û berhemên xwe bala cîhanê kişandiye ser xwe û niha jî di pêvajoya pejirandina Saziya Perwerde, Zanîst û Hunerê ya Neteweyên Yekbuyî (UNESCO)'yê de ye. Lê her tim tiştên xweşik bê ked nabin. Cotkarên Baxçeyên Hevselê di serma û germayê de ked didin û wan diparêzin.

Yek ji cotkarên ku bi salane kedê dide Baxçeyên Hevselê Ekrem Yazar (58) e. Yazar di 16 saliya xwe de ji navçeya Palo ya Elezîzê koçî Amedê kiriye û li Baxçeyên Hevselê dest bi kar kiriye. Yazar bi malbata xwe re ji sala 1972'an ve heya niha li Hevselê çadiniyê dike û debara xwe bi çandiniyê dike. Yazar ji bo me behsa ked û xebata xwe ya bi zehmet kir.

'Em beramberê keda xwe nagirin'

Yazar destnîşan kir ku ji beriya 15 salan li baxçeyê xwe firingî, bacan, kundir diçand lê ji ber ku çandin û xwedî lê derketina wan pir bi zehmet bû niha li şûna wan marolê diçîne. Yazar da zanîn ku ew di mehên havînê de pir zehmetiya dikişînin û wiha got: "Karê min niha hemû li ser marolê ye. Ez diçînim û heya mezin dibe lê dinêr im. Ji ber ku êdî zebze û şînatî bi wesayîtan ji derve tê em beramberê keda xwe pir kêm digirin."

Yazar balkişand li ser qirêjkirina Çemê Dîcleyê wiha pê de çû: "Ji ber ku Çemê Dicle tê qirêjkirin, çem bi rengê sor diherike. Ev jî ziyanê dide baxçeyên me."

'Keda helal zehmete lê xweştir e'

Yazar anî ziman ku ji ber germahiyê gelek car zebzeyên wan dişewitin û wiha gotinên xwe bi dawî anî: "Di germa havînê de ez û malbata xwe kardikin. Ji bo me jiyana xwe bidomînin em neçar in bixebitin. Keda me kedek helal e, keda helal zehmete lê xweştir e."

(byt/ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN