DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li dijî malên cemaet û leyliyan malên komîn vekirin

 
7 Nîsan
09:11 2015

NAZIM DAŞTAN

DÎLOK (DÎHA)
- Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Dîlokê li dijî malên cemaet, leylî yên ku bi destê dewletê pêş dikevin, malên komînê ava kirin. Berdevkê Rêxistina Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Dîlokê Sinan Taştekin, anî ziman ku ev li Tirkiye û Kurdistanê projeya yekemîn e.

Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Dîlokê bi boneya xwe di nava hemû ciwanan de bi rêxistin bike û civakê li gorî pîvanên sincî û polîtîk birêxistin bike dest bi avakirina malên komîn kir. Ciwanên HDP'ê yên dîlokê li dijî çand û feraseta malên cemaetê û leyliyan malên komînan ava kir. Ciwan dê li vê mala komînê xwe bi rêxistin bikin û hemû pirsgirêkên ciwanan li vir çareser bikin. Ciwanan bi vê mala komînê hem li Kurdistan û hem ji li Tirkiyeyê gavek yekem pêşxist. Mala Komîn ku ji 5 ode, 15-20 nivîngehan pêk tê pêdiviya hemû ciwanên mêvan dibîne. Berdevkê Meclisa Ciwanên HDP'ê ya Dîlokê Sinan Taştekin, da zanîn ku ew mala komîn li dijî malên cemaetê û mala leyliyê alternatifek e û dixwazin êdî ciwanan ji destê pergalê rizgar bikin û li ser esasê nasname, cewher û sincê wan, wan bi rêxistin bikin.

Taştekin, da zanîn ku demek dirêje dixwazin vê projeyê têxin meriyetê û ji ber ku bi kedek mezin ev proje xistine meriyetê pir kêfxweş in. Taştekin, anî ziman ku malên kolektif dibe sedem ku mirov di nava hevde û bi awayekî kolektif bijîn û fikrên xwe, hestên xwe û kêfxweşiyên xwe bi hevre parve bikin. Taştekin, da zanîn ku mala komîn ji 5 ode (manzel) û 15-20 doşekan pêk tê û heta 20 kes jî dikarin li vê malê bijîn û parve bikin. Taştekin, da zanîn ku hemû pêdiviyên malê bi awayekî kolektif û hevpar parve dikin û bi hevre temîn dikin. Taştekin, destnîşan kir ku wan li hemberî pergala dewletê ya yoz û xerabe ev alternatif pêş xistine û dixwazin ciwanan li ser esasê rezen, azad, demokrat û serkeftî bi rêxistin bikin û pêş bixin.

Taştekin, da zanîn ku ew li gorî ruhê pradigmaya demokratik dixwaze ciwanan bi rêxistin bikin û bi teşe bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN