Nobeta Wijdan û Edaletê pêkhat
STENBOL (DÎHA) - Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edelatê" li dar xistin û balkişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha nîsanê de pêk hatin û xwestin ku 28'ê nîsanê li Tirkiyeyê bibe "Roja Şînê û Bîranîna Kesên di Cînayetên Kare de Jiyana Xwe Ji Dest dan"
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya bi armanca balê bikşînin ser cînayetên kar 40'emîn "Nobeta Wijdan û Edaletê" li ber Lîseya Galatasarayê li dar xistin. Rojnameger Ulus Atayurt jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Li Tirkiyeyê her roj 5-8 karker jiyana xwe ji dest didin. Ev qezan na cînayet in û wijdana we tuneye?" vekirin û dowîzên "Qezaya kar na cînayet" û "Bila hemû kiryar bên darizandin" hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ji parêzerên doza Somayê Berrîn Demîr têkildar dozên derbarên karkerên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin agahî dan û diyar kir ku di 13'ê nîsanê de dê doza Somayê dest pê bike û ji 45 bersûcan tenê 8 kes girtî tên darizandin.
Xwîşka Bariş Kiyak ê ku di şewata kokê înşata Marmara Park AVM a Esenyurtê de jiyana xwe ji dest da Damla Kiyak jî diyar kir ku di meha adarê de 139 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Kiyak balkişand ser dozên cînayetên kar û di dozan de raporên karker kêms e tên amadekirin. Kiyak da zanîn ku dad jî karker na berpirsiyarên komkujiyê diparêzin.
Kiyak xwest ku 28'ê nîsanê ya ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya di sala 2001'an de weke "Rja Tendûrîst û Ewlehiya Xebatê ya Cîhan" îlan kir li Tirkiyeyê jî weke "Roja Şînî û Bîranîna Kesên di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe Ji Dest Dan" bê îlan kirin û dê ji bo vê yêkê kampanyayê bidin destpêkirin. Kiyak bilêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de dê di 26'ê nîsanê de civîn û di 28'ê nîsanê de li Taksîmê meşê li dar bixin.
(bd)