DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karker ji bo mafê xwe rûniştin

 
1 Nîsan
14:10 2015

STENBOL (DÎHA) - 55 karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredayî Koç Holdîngê de dixebîtin û ji ber bûn endamên Gida-Îşê ya DÎSK'ê ji kar hatin derxistin bi daxwaza naskirina sendîkaya xwe li ber otela Dîvanê çalakiya rûniştînê li dar xist.

Karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredayî Koç Holdîngê de dixebitin û ji ber endamên Gida-Îşê ya DÎSK'ê bûn ji kar hatin derxistin li ber otela Dîvanê ya li Elmadaga Şîşliyê çalakiya rûniştînê li dar xist. Karkeran pankarta "Em bûn endamê sendîkayê me jî kar avêtin. Bila karkerên ji kar hatin avêtin bigirin kar" vekirîn û dowîzên "55 karker 43 roj in li ber xwe didin" û "Yekîtiya karkeran dê holdînga Koçê têk bibe" hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Sendîka dê têkeve Dîvanê", "Em ji birçîna namirin, em ji vê rêyê venagerin" û "Em ê bi tekoşînê bi ser bikevin" hat berzkirin.

Karkerê bi navê Hasan Sarican di çalakiyê de axivî. Sarican diyar kir ku ev 14 sal in ew di pastaxaneya Dîvanê de dixebite û wiha axivî: "Em neheqiya ku pêk hatiye qebûl nakin. Ez ji vir bang Holdînga Koçê dikim ku bila dengê bibihîze û sendîkayê nas bike." Karkerê bi navê Şehmus Tîmûr jî derbirî ku ew ji sala 1992'an vir ve di pastaxaneya Dîvanê de dixebite û wiha pê de çû: "Ez 12 salan li vir xebîtim û deh sal inn jî bi kadrotî xebîtim. Ji ber ez bûme endamê sendîkayê ez ji kar derxistim. Ez neheqiyeke wiha qebûl nakim û bila sendîkaya me bê naskirin."

Karker dê heta êvarî li ber otelê çalakiya xwe bidomînin.

(sde/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN